BI DÎMEN

Li Êrîvanê êrîşên li ser Rojava hatin şermezar kirin

Li paytexta Ermenistanê Êrîvanê, Kurdistanî û gelê Ermenî li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê meşiyan û hevgirtina xwe ya bi Rojava re dubare kirin.

Li paytexta Ermenistanê Êrîvanê, li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ’ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya Kurdistanî û gelê Ermenî meşek girseyî hate lidar xistin. Meşa ku li Qada Haraparage dest pê kir heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî dewam kir.

Parlamenter Kinyaz Hemîd û Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan di mîtîngê de axaftin kirin. Her wiha, peyama ku ji bo radestkirina Neteweyên Yekbûyî hatibû amadekirin ji hêla rojnamevan Lianna Mihoyan ve hate xwendin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser Rojava komployek li dijî gelê Kurd e. Hat bibîrxistin ku gelê Kurd 14 sal in li dijî DAÎŞ'ê şer dike û ji bo parastina mirovahiyê ji xetereyek mezin, bedelên giran daye.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku Rojava ji bo gelê Kurd "xeta sor" e û Kurdên li Ermenistanê dê heta dawiyê piştgiriyê bidin berxwedana gelê Rojava.

Meş bi bangek ji bo Neteweyên Yekbûyî, ku tê de hate xwestin ku civaka navneteweyî bêdeng nemîne û berpirsiyariya xwe ya mirovî bicîh bîne, bi dawî bû.

Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Terorîst Tirkiye ye" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.