BI DÎMEN

Li Munsterê bi hezaran Kurd ber bi avahiya NATO’yê meşiyan

Li bajarê Munsterê yê Elmanyayê bi hezaran Kurdistanî ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava daketin qadan.

Bi pêşengiya ciwanên Munsterê TCŞ’ê, Meclîsa Herêmî ya Munsterê û Tevgera Jinan çalakî hatin lidar xistin û di van çalakiyan de tevlîbûneke xurt çêbûn.

Meş li Stasyona Trênê ya Navendî ya Munsterê (Munster HBF) dest pê kir. Girseya ku li kolana herî qelebalix ên bajêr dest bi meşê kirin, bê navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî yekîtiya gelê Kurd”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” berz kirin. Meş li ber avahiya NATO ya li Munsterê bi dawî bû.

Di daxuyaniyên li ber avahiya NATO'yê de hat diyar kirin ku êrîşên li ser Rojava nayên qebûlkirin û bêdengiya hêzên navneteweyî hatin şermezarkirin. Piştî daxuyaniyan Kurdistanî careke din ber bi Munster HBF’ê ve meşiyan û dawî li çalakiya xwe anîn.

Di daxuyaniya dawî ya çalakiyê de hat diyarkirin ku heta êrîşên li dijî gelê Kurd ên li Rojava berdewam bikin wê çalakî bidomin.

Her wiha hat ragihandin ku dê îro, 22’ê Çileya 2026’an saet 18:00 êvarê çalakiyeke nû li Munster HBF’ê dîsa were lidar xistin.