Amerîkaya Latîn ji bo Rojava banga piştgiriya navneteweyî kir

Tevgerên civakî û kolektîfên jinan ên li Şîle, Kolombiya û Meksîkayê, li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyên piştgiriyê weşandin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin.

Di peyamên ku ji Amerîkaya Latînî bilind bûn de, hate xwestin ku êriş werin rawestandin û Şoreşa Rojava bê parastin.

Li Şîleyê yekîtiya civakî ya birêxistinkirî Unión Rebelde, di daxuyaniya ku weşand de diyar kir ku ew bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re di nav piştgiriya enternasyonalîst a şoreşgerî de ne û êrişên li ser Rojava şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate angaşt kirin ku êriş ji aliyê hêzên cîhadî yên ser bi dewleta Sûriyeyê ya dagirker ve tên kirin û ji aliyê aktorên cuda yên navneteweyî ve tên piştgirîkirin, û bal hate kişandin ser piştgiriya bi berxwedana Rojavayê Kurdistanê re.

Li Kolombiyayê Movimiento por la Defensa de los Derechos del Pueblo (MODEP) ku di asta neteweyî de çalakiyan dimeşîne, danezaneke berfireh weşand û diyar kir ku Rojava di bin êrişeke nû ya emperyalîst de ye ku xwedî aliyên leşkerî, siyasî û îdeolojîk e.

MODEP’ê diyar kir ku ev êriş modela Xweseriya Demokratîk a ku mafê diyarkirina çarenûsa gelan, azadiya jinê û jiyana hevpar a nasnameyên cuda bingeh digire, hedef digirin. Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku hemû destwerdanên leşkerî tavilê bên rawestandin û rêz li xweseriya demokratîk bê girtin.

Bangên piştgiriyê ji Meksîkayê jî bilind bûn. Kolektîfa Las Compas, di vîdyoya ku ji bo piştgiriya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re weşand de destnîşan kir ku êriş ne tenê herêmî ne, lê belê êrişeke gerdûnî ye li dijî gelên ku li tevahiya cîhanê li ber xwe didin.

Di vîdyoyê de hate diyarkirin ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşeke jinê ye ku azadiya jinê di navendê de dihewîne û parastina van destkeftiyan berpirsiyariya hevpar a hemû mirovahiyê ye.