BI DÎMEN

Êrîşên li ser Rojava li Den Haagê hatin protestokirin

Li Den Haagê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk û HTŞ’ê yên li ser Kurdan, çalakiya protestoyî hate lidarxistin.

Kurdistaniyan di çarçoveya çalakiyên ku li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û Tirkiyeyê yên li ser Rojava, li bajarên cuda ên Hollandayê dewam dikin de, îro li Den Haagê hatin ba hev.

Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, Kobanê û cihên din ên Kurdan nayê qebûlkirin û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li dijî gefên li ser Kurdan berpirsyariyê bigrin.

Di axaftinên çalakiyê de hate diyarkirin ku ji bo berxwedana li herêmê piştevaniya navneteweyî pir girîng e û axaftinên şervanekî YPG’ê, “Ger em bizanibin hûn li pişt me ne, em xurt in. Em hene û em ê hebin” hate bi bîr xistin.

Beşdarên çalakiyê biryardariya xwe ya ji bo xwedîderketina berxwedana gelê Kurd û mezinkirina têkoşînê anîn ser ziman û bertekên xwe yên li dijî HTŞ’ê û piştgirên wî, bi dirûşmeyan anîn ser ziman. Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Terorîs Colanî”, “Terorîst Erdoğan”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Kobanê” hatin berzkirin.

Di dawiya çalakiyê de bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li dijî êrîşên li ser gelê Kurd bêdeng nemînin.