NÛ DIBE

Li Elmanyayê bi deh hezaran kes daketin qadan: Terorîzma Tirk-HTŞ’ê têk biçe!

Li navendên Elmanyayê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Bi deh hezaran kes beşdarî çalakiyan bûn û peyama "Terorîzma Tirk-HTŞ’ê têk biçe!”dan.

Li gelek bajarên Elmanyayê, êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û komên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.

HAMBURG

Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Hamburgê, ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Hauptbahnhofa heta Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Dammtorê meşek li dar xist.

Meclîsa Jinan a Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Elman û gelek Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn û pankartên Elmanî û Kurdî hilgirtin.

Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Gelek caran dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Terorîst Colani, Terorîst Erdogan”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Alle zusammen gegen den Faschismus” û “Bijî berxwedana YPG-YPJ” hatin berzkirin.

Di meşa ku bi deh hezaran kes tevlî bûn de, li ser navê TCŞ’ê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Terorîzma Tirk-HTŞ’ê wê li ber têkoşîna şoreşgerî ya Kurdan têk biçe. Rojava wê bi ser bikeve.”

Anya Flach ku di çalakiyê de axivî wiha got, “Cîhan deyndarê Rojava ye. Roj roja xwedîderketina li Rojava ye.”

Meş bi dirûşme û sirûdan li pêşiya Konsolosxaneya Tirkiyeyê bi dawî bû.

KIEL

Li bajarê Kiel ê Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîş û komkujiyên li Rojava çalakiyek girseyî hat lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya ciwanên Kurd, di 21’ê Çileya 2026’an de li ber Kiel Hauptbahnhofê pêk hat û bi sedan kes beşdar bûn.

Tevî hewaya sar jî gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin û bal kişandin ser bêdengiya raya giştî ya navneteweyî. Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên "Rojava ne bi tenê ye" hat berzkirin.

MARBURG

Li bajarê Marburg ê Elmanya, ji bo piştgiriya berxwedana Rojava ya li dijî êrîşên çeteyên Tirkiye û HTŞ’ê meşekî girseyî hat lidarxistin.

Çalakî ji aliyê NAV-DEM’ê ve hate organîzekirin û rêxistinên Kurd û saziyên Elman ên demokratîk tevlî bûn. Meş ji pêşiya Bahnhofê destpê kir û heta navenda bajêr dewam kir. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Kurdistan yek welat e”, “Bijî berxwedana Hesekê” û “Bijî berxwedana Rojava”hatin berzkirin.

FRANKFURT

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê jî, nêzî deh hezar kes, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Teko-JIN, YJK-E û meclîsên herêmî daketin kolanan. Çalakî li ber Hauptbahnhofê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di daxuyaniya çapemeniyê de êrîşên çeteyên HTŞ'ê û hêzên li pişt wan ên li ser Rojava hatin şermezarkirin.

di nav de komkujiyên sivîlan, bombebarankirin û hewldanên qirkirina demografîk, bi tundî hatin şermezarkirin.

Di axaftinan de diyarkirin ku berxwedana Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên bindest navendeke hêvî û têkoşînê ye.

Meşa bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Teko-JIN’ê heta Qada Romerê dewam kir û bi mitîngekî bi dawî bû.

Çalakî bi dirûşmeyên “Rojava ne bi tenê ye”, “Rojava li ber xwe dide” û “Rojava wê bi ser bikeve” bi dawî bû.

HANNOVER

 

BERLÎN

Kurdistaniyên li Berlînêji bo protestokirina êrîş û hewldanên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê li ber deriyê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê xwepêşandan li dar xistin. Kurdistaniyan kon danîn û broşûrên ku balê dikşîne ser komkujî û êrîşên li Rojava hatin belavkirin. Piştre mîtîng hat lidarxistin û piştre meşiyan. 

Di xwepêşandanê de alên YPG û YPJ hatin hilgirtin û pankartên "Rojava biparêzin", "Rojava ne bi tenê ye" û "Êrîşên li dijî gelê Kurd rawestînin" hilgirtin û dirûşm berz kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku tiştê ku li Rojava diqewime sûcê mirovahiyê ye û divê Yekîtiya Ewropayê bêdeng nemîne.

Bi hezaran Kurdistanî û enternasyonalîst beşdarî xwepêşandana  ji hêla Nav-Berlîn, Konseya Jinan a Destdan, WDR Berlîn, GK Berlîn, Jinên Ciwan Berlîn, KJAR Berlîn, Kongra-Star Berlîn, Ciwanên Berlîn, Navenda Çanda Rojava û Konseya Jinên Êzîdî ya Berlînê ve bi hev re hate organîzekirin û saet 6ê êvarê li Brandenburg Gate/Pariser Platz li Berlînê dest pê kir, bûn.

Xwepêşandan bi meşa ji Brandenburg Gate heta Potsdamer Platz bi dirûşme û peyamên hevgirtinê bi dawî bû.

DRESDEN

Kurdistaniyên li bajarê Dresden ê Elmanyayê ji bo protestokirina êrîş û hewldanên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek li dar xistin. Di xwepêşandanê de alên YPG û YPJ’ê, pankartên "Rojava biparêzin", "Rojava ne bi tenê ye" û "Êrîşên li dijî gelê Kurd rawestînin" hatin hilgirtin û dirûşm hatin berzkirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku tiştê li Rojava diqewime sûcek li dijî mirovahiyê ye û divê Yekîtiya Ewropî bêdeng nemîne.

BREMEN

Kurdistaniyên li Bremen ê Elmanyayê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandana ku ji aliyê Meclîsa Gel a Bremen ve hate organîzekirin, êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin şermezar kirin û bêdengiya hêzên navneteweyî hate teşhîrkirin.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

FREIBURG