Di daxuyaniya forûmê de hate destnîşankirin ku ji 6’ê Çileyê û pê ve hêzên girêdayî Colanî yên ji komên çeteyan ên ji DAÎŞ û komên weke wê pêk tên ji Helebê dest pê kirine û êrîşên sîstematîk ên Rojava hedef digirin, dane destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev komên çeteyan li herêmên dagir dikin welatiyên sivîl hedef digirin û kiryarên li dijî cenaze û jinên ku dîl hatine girtin di çarçoveya sûcên şer de ne.
EFFP’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ev êrîş pergala civakî-siyasî ya xwe dispêre wekheviya gelan û azadiya jinan a bi pêşengtiya gelê Kurd li Rojava hatiye avakirin, hedef digire.
Forûmê diyar kir ku rewabûna navneteweyî ya ji hikûmeta demkî ya Şamê û Colanî re hatiye dayîn rê li ber çêbûna zemîneke jinûvezindîbûna DAÎŞ’ê vekiriye, di vêpêvajoyê de bi hezaran welatiyên sivîl ji cih û warên xwe bûne, jinên Kurd dîl hatine girtin û şervanên QSD’ê bi êşkenceyê hatine qetilkirin. Her wiha hate îfadekirin ku bidestxistina girtîgehên ku girtiyên DAÎŞ’î lê dihatin ragirtin û hewldanên li ser Kampa El-Holê ji bo herêm û cîhanê gefên mezin in.
Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku li pişt êrîşan welatên DYE, Îngilistan, Îsraîl û Tirkiye hene û hate diyarkirin ku feraseta ‘’her tişt di bin kontrolê de ye’’ ya tê xwestin li ser çapemeniyê were afirandin, nikare hovîtiya pêk hatiye veşêre. EFFP’ê bang li Parlamentoya Ewropayê kir ku li qadê lêkolînan bike û banga li raya giştî ya navneteweyî jî kir ku piştevaniya ji bo Rojava mezin bike.
Forûmê hişyariya ‘’Dibe ku sibehî dereng be’’ da û anî ziman ku Rojava ji aliyê têkoşîna aşitî, azadî û pêkvejiyana herêm û gelên cîhanê ve destkeftiyeke dîrokî ye.