Êrîşên li ser Rojava li Romayê hatin şermezarkirin
Êrîşên HTŞ û çeteyên piştgiriyê ji dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava, li paytexta Îtalya Romayê bi du çalakiyên cuda hatin protestokirin.
Êrîşên HTŞ û çeteyên piştgiriyê ji dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava, li paytexta Îtalya Romayê bi du çalakiyên cuda hatin protestokirin.
Çalakiya yekemîn li Colosseumê ya Romayê hate lidarxistin. Li ser bangewaziya Navenda Çanda Araratê ya Romayê, Kurdên li wir li Colosseumê civiyan û bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” êrîşan şermezar kirin.
Di çalakiyê de hevserokên Navenda Çanda Araratê Gevher Alturk û Saît Dûrsûn axivîn, êrîşên li ser Rojava şermezar kirin û wiha gotin: “Parastina Şoreşa Rojava peywira hemû mirovahiyê ye. Rojava xeta me ya sor e. Gelê Rojava li ber xwe dide, em jî bi wan re li ber xwe bidin. Heta ku ev êrîş bidomin, em ê jî derkevin qadan û bibin dengê gelê Rojava. Em ê her tim li qadan bin. Hemû gelê me jî bi vê hişmendiyê be.”
Girsê demek dirêj li qadê ma û bi dirûşmeyan êrîşan protesto kir.
Çalakiya duyemîn li Piazza Trilussa ya Romayê hate kirin. Kurd û dostên wan li wir civiyan û êrîşan protesto kirin.