Lagnander û Miley ji bo Rojava banga hevgirtinê kirin
Parêzera Mafên Mirovan a Navneteweyî Lotta Lagnander û Prof. Jeff Miley, bal kişandin ser êrîşên li dijî Rojava û Kobanê û peyama hevgirtinê ya bi gelê Kurd re dan.
Parêzera Mafên Mirovan a Navneteweyî Lotta Lagnander û Prof. Jeff Miley, bal kişandin ser êrîşên li dijî Rojava û Kobanê û peyama hevgirtinê ya bi gelê Kurd re dan.
Parêzera Mafên Mirovan a Navneteweyî Lotta Lagnander û Profesor Jeff Miley ê ji Zanîngeha Cambridge di bernameyeke li ser Medya Haber TV’yê de bersiva pirsên Erem Kansoy dan.
Lagnander û Miley fikarên xwe yên kûr ên li ser pêşketinên li Rojava û Kobanê anîn ziman û hevgirtina xwe ya bi gelê Kurd re diyar kirin.
Lotta Lagnander, diyar kir ku rewşa li Koban û Rojava ew gelek bi fikar dike û bal kişand ser du xetereyên sereke: berdana endamên DAÎŞ’ê yên ku di girtîgehan de ne û êrîşên rasterast ên li dijî gelê Kurd.
Lagnander, peyama hevgirtinê ji Swêdê şand û diyar kir ku çalakiyên ku li gelek bajaran hatine lidarxistin bi armanca nîşandana hevgirtina bi gelê Kurd re ye.
Profesor Jeff Miley, jî diyar kir ku gelê Kurd bi gefên hebûnê û êrîşên qirkirinê re rû bi rû ne. Miley, bêdengiya civaka navneteweyî li hember êrîşên li ser projeya şoreşgerî ya li Rojava rexne kir û bi taybetî bal kişand ser helwesta bêberpirsiyar a DYE û bêdengiya Brîtanyayê.
Miley, destnîşan kir ku Rojava alternatîfek demokratîk a radîkal ji bo krîza modernîteya kapîtalîst pêşkêş dike û diyar kir ku divê berxwedana Rojava bijî û axaftina xwe bi peyama hevgirtina bêdawî ya bi gelê Kurd re, bi dawî kir.