BI DÎMEN

Li Davosa ku Colanî hatibû vexwendin yek deng olan da: Bijî Berxwedana Rojava!

Li Davosê forumek hebû, li kolanan jî berxwedan hebû. Li bajarê ku Colanî ji bo WEF’ê wekî axaftvan hatibû vexwendin, Kurdistanî û dostên wan peyama "Bijî Berxwedana Rojava!" dan. Her wiha Colanî bernameya xwe ya WEF’ê betal kir.

Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) a ku di 19’ê Çileyê de li bajarê Davos ê Swîsreyê dest pê kir û derdorên siyasî, aborî û sermayeyê yên cîhanî anî cem hev û bi hêrsa Kurdistanî û dostên wan bi dirûşmeya yek dengî ya "Bijî Berxwedana Rojava!" pêk hat. Vexwendina serokê hikûmeta demkî ya Şamê Ehmed Şara (Colanî) ji bo axaftina li forumê, bi rojane di serî de Kurdistanî û bi hezaran kes bertek nîşan didin.

Bi rojan e, li bajarên cuda yên Swîsreyê çalakiyan tên lidarxistin û ji bo kesên ku ve vexwendinê protesto bikin navenda çalakiyê ya îro li Davos a ku Foruma Aborî ya Cîhanê lê tê lidarxistin û tê payîn ku Colani li wir biaxive.

YEK DENG OLAN DA: BIJÎ BERXWEDANA ROJAVA

Çalakiya ku ji hêla Navendên Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ve  li Davosê hate organîzekirin, ji her çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran kes beşdar bûn. Gelek welatiyên Swîsreyê jî piştgirî dan çalakiyê. Çalakiya ku di bin tedbîrên ewlehiyê yên tund de pêk hat, Kurdistaniyan û dostên wan bi biryardarî hêrsa xwe nîşan dan û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava!" û "Kujer Colani!" li seranserê bajêr û qada forumê olan dan.

Di çalakiyê de dowîzên ku balê dikşîne ser komkujiyên li Rojava û alên YPG, YPJ û QSD’ê hatin hilgirtin. Çapemeniya navneteweyî eleqeyek meizn nîşanî çalakiyê dan. Çalakvanan bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo rawestandina êrîşên li ser Rojava tpkevin nava liv û tevgerê û daxwaza betalkirina piştgiriya ji bo  serokê hikûmeta demkî ya Şamê Ahmed Şara (Colanî) kirin.

Çalakvanan vexwendina kesekî ku bi komkujiyan tê tawanbarkirin ji bo Davosê bi tundî rexne kirin û diyar kirin ku ev ji bo hêzên navneteweyî şermek mezin e.

'HÛN BI DAÎŞ’Ê RE LI HEMAN ALÎ NE'

Di daxuyaniya ku hat dayîn de armanca sereke ya çalakiyê şermezarkirina vexwendina kesekî mîna Colanî, ku navê wî di gelek komkujiyên sivîlan de derbas dibe, ji bo WEF’ê û êrîşên li ser Rojava bû.

Daxuyaniya ku li ser navê YJK-S’ê ve hat xwendin, hat diyarkirin ku vexwendina Colanî ji bo WEF’ê nayê qebûlkirin û ev tişt hat gotin: "Em, gelê Kurd û dostên me, serdana kujeran ji bo Swîsreyê qebûl nakin. Ev kesê ku hûn jê re dibêjin serokê dewletê û we xelat daniye, berpirsiyarê komkujiyên sivîlan e. Ev kes cîhadîst û kujer e bi xwe ye. Ew wekî DAÎŞ’ê ye. Ew nûnerê DAÎŞ’ê ye. DAÎŞ a ku hûn li dijî wî şer dikin, niha li kêleka we ye. Hûn kujerên li Tirkiye û Sûriyeyê fînanse dikin. Tirkiye jî mîna Sûriyeyê, ji we talîmata qetil bike, bombebaran bike û wêran bike wergirtiye. Em ê destûrê nedin vê yekê."

Çalakvanan heta derengiya êvarê çalakiya xwe berdewam kirin û bi berzkirina dirûşma "Bijî Berxwedana Rojava!" dawî li çalakiya xwe anîn.

Her wiha hat ragihandin ku bernameya serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ahmed Şara ku tê payîn îro li Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) biaxive, hatiye betalkirin. Rêveberiya WEF’ê bernameya Şera ji ser malpera xwe ya fermî rakir.