Gelo Swîsre wê mazûvaniyê ji Colanî re bike?
Vexwendina serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ahmed Şara ji bo Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) li Davos a Swîsreyê rê li ber bertekan vekiriye. Tê payîn ku Colanî îro di civînên WEF’ê de biaxive.
Vexwendina serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ahmed Şara ji bo Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) li Davos a Swîsreyê rê li ber bertekan vekiriye. Tê payîn ku Colanî îro di civînên WEF’ê de biaxive.
Civînên salane yên Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) 2026’an di 19’ê Çileyê de li Davos a Swîsreyê dest pê kirin. Civîn, derdorên siyasî, aborî û sermayeyê yên cîhanî tîne cem hev, ji roja yekem ve rewatiya wê bi awayekî cîdî tê nîqaşkirin. Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ahmed Şara di navenda nîqaşan de ye.
Şara yê ku paşeroja wî bi rêxistinên cîhadîst ên çekdar ve girêdayî ye û HTŞ a ku lîdertiya wê dike wê hîn jî di lîsteya terorê ya Neteweyên Yekbûyî de ye û ev yek ji hêla gelek derdoran ve tê rexnekirin. Kesekî ku sûcên şer tê nasîn li ser platformek navneteweyî tê vexwendin, nîşan dide ku hewldanek heye ku Colanî di çavên civaka navneteweyî de rewa bike. Gelek kes diyar dikin ku ev ne tenê hilbijartinek dîplomatîk e, di heman demê de rewakirina navneteweyî ya rabirdûyek radîkal û çekdarî jî nîşan dide. Rexneyên ku dewletên Rojavayî bi gotina "şerê li dijî terorîzmê" cotstandartîpêk tîne û ev jî vê pêşveçûnê ji nû ve anî rojevê.
Civînên WEF’ê yên îsal bi temaya "Ruhê Diyalogê" tên lidarxistin. Lê dema ku êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava berdewam dikin, kesekî ku di navenda van êrîşan de ye cihgirtina wî ya li Davosê pirsa ku forum xizmetê ji kê re dike derdixe holê. Bi vî rengî, WEF veguheriye qonaxek ku ne mexdûrên krîzên kûrevî; rewatiya kesên ku bi şer û tundjiyê tên naskirin, dike.
HÊRSA KURDAN
Vexwendina Colanî ji bo Davosê rê li ber nîqaşkirina siyaseta bêalîbûna Swîsreyê vekiriye. Tê gotin ku vekirina deriyên xwe ji bo kesekî bi binpêkirinên mafên mirovan tê nasîn û terorê re têkildar e tê vê wateyê ku Swîsre ji hêla siyasî û exlaqî ketiye nava vê yekê.
Ev rewş nemaze ji hêla civaka Kurd a ku zêdetirî 100,000 kes li Swîsreyê dijîn bi berteke tund hat pêşqazîkirin. Sazî û rêxistinên civaka sivîl ên Kurd dibêjin ku helwesta Swîsreyê tê wateya pejirandin û normalîzekirina êrîşên li dijî gelê Kurdan.
HELWESTA KOLANÊ ZELAL E: EM WÎ NAXWAZIN
Bi rojan e li gelek bajarên welatan, nemaze li Davosê, ji bo protestokirina WEF’ê çalakî tên lidarxistin û bertekek tund li dijî vexwendina Colanî tê nîşandan. Di çalakiyan de dirûşmeyên "Cihê sûcdarên şer li Davosê tune ye”, "Rojava ne bi tenê ye" û “Bi terorîstan re ne diyalog, hesap pirsîn” derdikevin pêş û balê dikişînin ser êrîşên li ser Rojava.
Çalakvanên ku vexwendina Colanî ji bo Davosê wekî nîşaneya ku civaka navneteweyî li dijî komên cîhadîst û terorîst rêgezên xwe terikandiye û bang li Swîsreyê dikin ku vexwendina wî red bike.
Gelek derdor pirsa gelo Colanî bi rastî wê li Davosê were pêşwazîkirin, êdî ne tenê wekî hûrguliyek dîplomatîk; pergala navneteweyî di kîjan şert û mercan de kesên ku dîroka şer û terorîzm e rewa dibîne, ev yek wekî ezmûneke krîtîk tê dîtin.
Tevî ku civîna lûtkeyê ya Davosê berdewam dike, ne diyar e ka Colanî wûê tevlî bibe an na. Helwesta bi hezaran kesên ku bi rojan e di çalakiyan de ne zelal e: Em sûcdarekî şer ku divê were darizandin, maxwazin.
Her wiha çalakvanên li dijî WEF’ê wê çalakiyên xwe li Davosê di tevahiya rojê de bidomînin.