Li Swêdê Kurd ser piyan e: Yên ku winda bike wê hemû cîhan be
Li paytext Stockholm û gelek bajarên din Kurd û dostên wan derketine qadan, komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Bi hezaran kes meşiyan ber bi parlamentoya Swêdê ve.
Li paytext Stockholm û gelek bajarên din Kurd û dostên wan derketine qadan, komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Bi hezaran kes meşiyan ber bi parlamentoya Swêdê ve.
Li hemû Ewropayê, wekî li welatên Skandînavyayê jî Kurdên dijî, li dijî êrîş û komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê dengê xwe bilind dikin.
Îro li gelek bajarên Swêdê Kurd derketine qadan. Bi taybetî li Stockholmê, li Göteborg, Västerås, Gävle, Helsingborg û Örebro’yê bi deh hezaran kes komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
STOCKHOLM
Mîtînga herî mezin li Stockholmê hate lidarxistin. Li Meydana Sergels Torget bi hezaran kes kom bûn, êrîşên çeteyan ên li ser gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Di mîtîngê de ji her çar perçeyên Kurdistanê, ji her temenî gelek kes beşdar bûn; gelek partiyên siyasî û parlamenter jî piştgirî dan.
Di axaftinan de peyamên hêrsê yên li dijî cîhanê û bi taybetî DYA’yê hatin ragihandin. Di çalakiyê de rojnamevan, nivîskar û nûnerên saziyên civaka sivîl jî hebûn; xala sereke ya axaftinan ev bû: “Tenê yên ku tên qetilkirin Kurd nînin, şeref û wijdana cîhanê jî wê were qetilkirin.”
Bi sedan ciwan dirûşmeyên beşdarbûna berxwedana li dijî komkujiya li Rojavayê Kurdistanê avêtin. Di mîtîngê de gelek caran dengê “Terorîst Colani, Terorîst Erdogan” bilind bû.
Piştî mîtîngê bi hezaran kes meşiyan ber bi Parlamentoya Swêdê ve. Li ber parlamentoyê meş rawestiya û hate ragihandin ku heta gefên komkujiyê bidomin wê çalakî bidomin û sibê çalakiyeke mezintir wê were kirin.
HELSINGBORG
Li Helsingborgê jî bi çalakiyê komkujî hate şermezarkirin. Dosyayên agahdarkirinê ji partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl re hatin şandin.
ÖREBRO
Li bajarê Örebro yê Swêdê, Kurd û dostên wan li Meydana Stortorget kom bûn da ku li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn nîşan bidin. Di çalakiyê de ruhê yekîtiya neteweyî yê Şehîd Ziyad û li dora berxwedana Rojavayê Kurdistanê yekbûn derket pêş.
Beşdaran sloganên “Bijî berxwedana Rojavayê Kurdistanê”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Bijî xwîşk û biratiya gelan” avêtin. Di daxuyaniya ji aliyê meclisa gel a bajêr ve hate dayîn de hate gotin ku bi ruhê yekîtiya neteweyî wê dora berxwedanê li dora şoreşa Rojavayê Kurdistanê were afirandin. Çalakî heta derengiya êvarê dewam kir û hate ragihandin ku “sibê saet 16:00’an li Stortorgetê em ê werin gel hev”.
GÖTEBORG / MALMÖ
Li bajarên Göteborg û Malmö yê Swêdê bi hezaran kes li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê derketine qadan û piştgiriya xwe nîşan dan. Li her du bajaran meş bêyî destûr hatin girtini; gel bi diirûşmeyên yekîtiya gelê Kurd û hişmendiya neteweyî bang kirin û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê bi biryardarî ragihandin.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku êrîş bûne sedem ku hişmendiya neteweyî di nav gelê Kurd de bigihîje lûtkeyê. Beşdaran gotin ku yekbûna Kurdên ji çar perçeyan û ragihandina heman hest û ramanan mînakeke vê hişmendiya neteweyî ye.
Çalakvanan ragihandin ku hêrsa wan nesekîniye û her roj wê ji bo Rojavayê Kurdistanê li qadan çalakiyê bikin û biryardariya xwe nîşan dan.