BI DÎMEN

Li Dresdenê ji bo Rojava nobeta heta sibê

Kurdên li Dresdenê dijîn, ji bo şermezarkirina êrîşên li ser gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê, li ber Goldener Reiter kon danîn û heta sibê nobetê digirin. Dirûşmeyên “Rojava ne tenê ye” û “Êrîşên li ser gelê Kurd bila bên sekinandin” tên avêtin.

Li bajarê Dresdenê ê Almanyayê, Kurdên li wir dijîn ji bo protestokirina êrîş û qirkirina li ser gelê Kurd a li Rojava Kurdistanê, li ber Goldener Reiter konan danîn û heta sibê nobetê digirin. Çalakvan alayên YPG û YPJ hildigirin.

Çalakvan bi daxuyaniyên “Defend Rojava”, “Rojava ne tenê ye” û “Êrîşên li ser gelê Kurd bê rawestandin” yên nivîskî, gelek caran slogan diavêjin û bang li Yekîtiya Ewropayê û raya giştî ya navneteweyî dikin ku tavilê bikevin tevgerê. Di axaftinan de hate gotin ku yên li Rojava diqewimin sûcê mirovahiyê ne û divê YE bêdeng nemîne.

Çalakvan her wiha ji Yekîtiya Ewropayê daxwaz dikin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk li herêmê helwesteke zelal bigire, mafên siyasî û mirovî yên gelê Kurd bê parastin û ji bo rawestandina êrîşên li ser Rojava gavên berbiçav bên avêtin.

Nobeta ku bi bangewaziya saziyên Kurd û rêxistinên civaka sivîl hatiye destpêkirin, tê payîn ku tevahiya rojê bidome. Çalakvan ragihandin ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin dê protestoyên xwe bidomînin.