Di demeke ku êrîşên çeteyên DAÎŞ, HTŞ û dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava berdewam dikin de Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê (GUE/NGL) bi rojeva Îran û Rojava civiya. Nûnerê DEM Partî yê Strasbourgê Faîk Yagizay di civînê de axivî. Yagizay rewşa li qadê bi kurtasî vegot û banga hevgirtinê kir. Parlamenterên Koma Çep diyar kirin ku pêwîste li dijî êrîşan têkevin nava liv û tevgerê.
YAGIZAY: HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BI CÎHADÎSTAN RE HEVKARÎ KIRIN
Nûnerê DEM Partî yê Strasbourgê Faîk Yagizay di civînê de axivî. Yagizay bal kişand ser rewşa giştî ya li Sûriyeyê û gefên ku Kurd pê re rû bi rû ne. Yagizay diyar kir ku wî û hin endamên Parlamentoya Ewropayê nêzîkî heft meh berê serdana Sûriyeyê kirin, lê niha piraniya wê herêmê di bin kontrola hêzên rejîmê de ye û got ku ji ber vê yekê serdanek wisa êdî ne pêkan e.
Yagizay bi bîr xist ku ew û hin nûnerên Rojava par di heman demê de li Strasbourgê bûn û got ku wan hilweşîna rejîma Esed bi kêfxweş pêşwazî kirin lê diyar kirin ku rêveberiya nû xetereyên hîn mezintir di xwe de dihewîne.
Yağizay anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergalek demokratîk, pir-etnîkî û pir-bawerî heye, lê hêzên mezin bi komên cîhadîst re hevkarî kirin.
Yagizay bi bîr xist ku gelê Kurd di şerê li dijî DAÎŞ’ê de nêzîkî 13,000 kesan jiyana xwe ji dest dane û îro ev destkeftî di bin xetereya tunekirinê de ye. Yagizay diyar kir ku tiştên tên jiyîn ji hêla Tirkiyeyê ve hatine organîzekirin û DYE jî piştgiriyê dide. Yagizay bal kişand ser bêdengiya navneteweyî û got ku Kurd wê berxwedana xwe bidomînin, lê ev yek bêyî piştgiriya navneteweyî ne pêkan e.
ARVANITIS: EM QALA QIRKIRINA KURDAN DIKIN
Ji Partiya SYRIZA ya Yewnanistanê Konstantinos Arvanitis di civînê de axivî û bi bîr xist ku Yewnanistan di zivistana 2015’an de bi Kobanê re hevgirtina xurt nîşan da. Arvanitis diyar kir ku asta demokrasiyê ya ku wan li Kobanê dît pir balkêş bû û bal kişand ser modela rêveberiya li ser bingeha wekheviya zayendî.
Arvanitis diyar kir ku gelê Kurd îro bi gefek nû ya qirkirinê re rû bi rû ye û got ku bûyer dişibin pêvajoya li Filistînê. Arvanitis anî ziman ku ev pêvajo bi piştgiriya hêzên Rojavayî û Tirkiyeyê pêşve diçe û destnîşan kir ku ji rojava hin derdor piştgiriyê didin cîhadîst û faşîstan.
OZLEM DEMÎREL: WEK SIYASETMEDARÊN EWROPÎ, DIVÊ EM DURÛTIYÊ BIGIRIN DEST
Ji partiya Die Linke ya Elmanyayê Ozlem Demîrel jî diyar kir ku ji her demê bêtir hewceya Rojava bi hevgirtina navneteweyî heye. Ozlem Demîrel anî ziman ku Rojava projeyek cudaxwaz nîne û diyar kir ku armanca wan ew e ku bi gelê Sûriyeyê re pêşerojek demokratîk û xweser ava bikin.
MONTERO GIL: DIVÊ ÇALAKIYA HEVGIRTINA BI ROJAVA RE HEBE
Ji partiya Podemos a Spanyayê Irene Montero Gil diyar kir ku ew bi gelên li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê yên bi êrîşan re rû bi rû ne di nava hevgirtinê de ne. Montero Gil anî ziman ku rewş pir giran e, çalakiyek sembolîk û dîtbarî ya hevgirtina bi Rojava re pêşniyar kir. Montero Gil pêşniyar kir ku di rojên pêş de li ber Parlamentoyê bi hev re bikşînin.
LI ANDERSON: EV BÊDENGÎ ŞERM E
Ji Partiya Vasemmistoliitto ya Fînlandiyayê Li Anderson bêdengiya navneteweyî wekî şermê bi nav kir. Anderson di dema ku êrîşên li dijî Kurdan berdewam dikin de çûna rayedarên Komîsyona YE û Konseya YE li Şamê rexne kir û piştgiriya darayî ya bêyî şert û mercên mafên mirovan wekî xiyanetê bi nav kir.
PER CLAUSEN: DIVÊ EM ZEXTÊ LI SER HIKÛMETÊN LI WELATÊN XWE BIKIN
Ji Enhedslisten a Danîmarkayê û Koordînatorê Koma Dostaniya Kurdan a Parlamentoya Ewropayê Per Clausen diyar kir ku heta ku êrîş rawestin divê piştgiriya darayî ya ji bo hikûmeta Sûriyeyê were qutkirin. Clausen tekez kir ku berpirsiyariyeke mezin a Tirkiyeyê di van tiştên diqewimin de heye û diyar kir ku divê hikûmetên Ewropayê zextê li ser Enqerê bikin.
Clausen banga piştgiriyê ji bo xwepêşandanên dijî şer ên ku ji hêla Kurdên li Ewropayê ve têne lidarxistin kir û diyar kir ku tiştê ku gelê Kurd dijî trajediyek û karesatek mezin e. Clausen anî ziman ku ev yek ji bo hêviya pêşerojek demokratîk a Sûriyeyê jî windahiyek giran e.