Ji Parlamenterên Partiya Çep a Alman ji bo Hikûmeta Federal bangawazî

Parlamenterên Partiya Çep a Meclisa Federal a Alman Cansu Ozdemir, Jan van Aken û Ines Schwerdtner, bi daxuyaniyeke hevpar bang li Hikûmeta Federal a Alman kirin ku li dijî êrîşên li Rojava tavilê bikevin tevgerê.

Parlamenterên Partiya Çep a Meclisa Federal a Alman Cansu Ozdemir, Jan van Aken û Ines Schwerdtner, li ser pêşketinên li Rojava daxuyaniyeke hevpar weşandin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser a Rojava bi metirsiyên herî mezin ên dîrokê re rû bi rû maye û jiyana azad û mafên jinê yên li herêmê di bin metirsiyeke cidî de ne.

Parlamenteran bi bîr xistin ku çeteyên HTŞ’ê şervanên jin ên Kurd qetil dikin û gelek endamên DAÎŞ’ê ji girtîgehên ku QSD diparêze direvînin û ev rewş ji aliyê rêveberiya Sûriyê ve bi awayekî çalak tê piştgirîkirin.

Di daxuyaniyê de bang li Hikûmeta Federal a Alman hate kirin û wiha hate gotin: 

“Hikûmet divê bi awayekî eşkere ragihîne ku artêş û mîlîs divê tavilê şer rawestînin. Em gelê Rojava yê wêrêk tenê nahêlin û em bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re di nava hevgirtinê de ne.”

Her wiha parlamenteran daxwaz ji Hikûmeta Federal kirin ku êrîşên Tirkiye û Sûriyê yên li ser herêma Rojava bi tundî şermezar bike û serdana fermî ya Serokê Dewleta Sûriyê Ehmed eş-Şara ya li Almanyayê bê betalkirin. Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku li ser rewşa Sûriyê civîneke taybet a lezgîn lidar bixe.

Parlamenterên Partiya Çep bal kişandin ser wê yekê ku pêşeroja Rojava û hemû gelên herêmê divê bê parastin û daxwaz ji civaka navneteweyî kirin ku tavilê bikevin tevgerê.