Li Awûstûryayê yek deng: Rojava ne bi tenê ye!

Bi hezaran kes li paytexta Awûstûrya Viyanayê û gelek bajarên din daketin kolanan û bi hêrsek mezin êrîşên li ser gelê Kurd li Rojava protesto kirin. Di çalakiyan de peyama "Rojava ne bi tenê ye" hat dayin.

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava protesto bikin û piştgiriyê bidin berxwedana Rojava  li Viyanayê, Innsbruck, Bregenz, Salzburg û Klagenfurt ên Awûstûryayê daketin kolanan. Çalakî ji hêla Konseya Jinan a Avesta, DemKurd, RiseUp4Rojava û komeleyên çandî yên herêmî ve hatin organîzekirin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li ser banga Konseya Jinan a Avesta, DemKurd û RiseUp4Rojava li Schwedenplatzê kom bûn. Beriya meşê, girseyê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz girt. Piştre ber bi Stephansplatzê ve meşiyan.

Parlamentera Partiya Kesk Berîvan Aslandi çalakiyê de axivî. Bêrîvan Aslan diyar kir ku parastina Rojava mijareke rûmetê ye û bang li civaka navneteweyî kir ku tevlî têkoşînê bibin. Bêrîvan Aslan di axaftina xwe de got: "Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li vir çalak be. Divê em nehêlin terorîstên îslamîst ên ku xwîna Kurdan rijabdine bi xalîçeyên sor werin pêşwazîkirin. Divê em hemû bi hev re berpirsiyariya parastina kêmneteweyên Kurd, Elewî û Durzî yên li Rojava bigirin ser xwe."

Siyasetmedar Cuma Tak jî anî ziman ku gelê ku li Rojava li ber xwe dide û her kesê ku seferber bûye wekî "pîroz" bi nav kir. Tak di axaftina xwe de ev ev tişt anî ziman:

"Ev berxwedan Kurdistanê temsîl dike. Hemû Kurdistan di pêvajoyek dîrokî re derbas dibe. Gelê Kurd di navbera hebûn û nebûnê de dijî, di heman demê de, ev yek ji bo gelê Kurd derfetek mezin a serxwebûnê pêşkêş dikin. Em ê bersivek xurt bidin vê pêvajoyê. Ev pêvajo ji hemû Kurdistanê çi dixwaze? Berxwedanê dixwaze. Li Rojava şerekî giran dest pê kiriye. 15 sal in, gelê bi rûmet ê Rojava ji bo Rojavayek azad têdikoşe. Lê ev têkoşîn ne tenê ji bo Kurdan e; ev têkoşîn ji bo her çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa, Asya û hemû mirovahiyê ye. Em bang li her kesê dikin ku dibêje 'Ez temsîla mirovahiyê dikim' tevlî têkoşînê bibin. Yên ku li Rojava li ber xwe bidin wê bi ser bikevin."

Li ser navê Meclîsa Jinan a Avesta Nûrcan Guleryuz axivî û bal kişand ser şoreşa jinan a li Rojava û banga xwedîderketina li Rojava kir.

Giseya ku qas tijî kiribû dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Bijî yekîtiya gelê Kurd" û "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin. Pankartên bi nivîsa "Rojava biparêzin" û alên HPG û YPJ hatin hildan. Kurdistanî û dostên wan ragihandin ku ew ê her roj li kolanan bin. Bang li her kesî hat kirin ku sibê saet 6’ê êvarê dîsa li Qada Operayê bicivin û banga piştgiriya berxwedana Rojava ji her kesî re hat dubarekirin.

INNSBRUCK

Li bajarê Innsbruck ê eyaleta Tyrolê bi hezaran kes li Annasäule kom bûn û derketin kolanan. Daxuyaniyên derbarê Rojava de hatin xwendin û peyama "Em ê heta dawiyê Rojava biparêzin û li ber xwe bidin" hat dayin. Di tevahiya meşê de dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" olan da. Di meşa ku ji hêla DemKurd ve hat organîzekirin de, êrîşên HTŞ’ê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana gelê Kurd" berz kirin û anî ziman ku "Rojava xeta me ya sor e”.

BREGENZ

Yek ji mezintirîn xwepêşandanên salên dawî li paytexta eyaleta Vorarlberg Bregenzê pêk hat. Hejmareke mezin ji Kurdistanî beşdarî meş û daxuyaniyê ya ku ji aliyê Komeleya Çandî ya Sara û Partiya Komunîst a Awistiryayê ve hate lidarxistin bûn. Di tevahiya meşê de, êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin û dirûşmeya "Çar parçeyên Kurdistan, yek Kurdistan" hate bezkirin. Li ser navê Komeleya Çandî ya Sara Kamuran Sindî daxuyaniya çapemeniyê xwend. Li ser navê Partiya Komunîst a Awûstûryayê Anna axivî û diyar kir ku ew ê li her deverê li dijî êrîşên li ser Rojava li ber xwe bidin.

SALZBURG

Li Salzburgê bi hezaran kes meşiyan. Di meşa ku bi saetan dewam kir de, polîsan destpêkê de destûr nedan ku meş were lidarxistin, lê girse li ber xwe da û berdewam kir. Kurdistanî û dostên wan saet di 6’ê êvarê de li Hauptplatzê kom bûn û xwepêşandan heta derengiya şevê berdewam kir.

KLAGENFURT

Li bajarê Klagenfurt ê Awûstûryayê jî meşek pêk hat.