Li bajarên cuda yên Elmanyayê Kurd û dostên wan li dijî êrişên li ser Rojava hatin cem hev. Di çalakiyên ku li navendên bajarên cuda yên Elmanyayê hatin lidarxistin de, bi hezaran kesî alên Kurdistan û TEV-DEM’ê û pankart hilgirtin; bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Berxwedana Rojava” berxwedan silav kirin. Kurdistanî banga piştevaniyê li gelên Ewropayê kirin.
HAMBURG
Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Hamburgê (DKHM), bi armanca protestokirina êrîşên HTŞ û çeteyên di bin kontrola Tirkiyeyê de yên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ber Stasyona Navendî ya Hamburgê mîtîngek li dar xist. Di çalakiya ku bi hezaran kes beşdar bûn de, Meclîsa Jinê ya Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Elman, rêxistinên jinan ên çep û sosyalîst û Kurdistanî cih girtin.
Di mîtîngê de pankartên bi zimanê Elmanî yên wekî “Êrişên dewleta Tirk û cîhadîstan rawestînin! Parastina Rojava û şoreşa jinê bikin!”, “Êrîşên li ser Rojava û Rojhilat rawestînin, piştevaniya çalakiyên li Îranê bikin!” û “Em amade ne li dijî kesên ku dixwazin azadiya me ji me bistînin bisekinin!” hatin vekirin. Li gel alên TEV-DEM û Kurdistanê, dövizên ku balê dikişînin ser komkujiyên çeteyên HTŞ’ê jî hatin hildan. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistan û şoreşê dest pê kir.
Beşdaran di dema çalakiyê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Terorîst Colanî, Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Hemû bi hev re li dijî faşîzmê” û “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” berz kirin. Di mîtîngê de marşên berxwedanê jî hatin lêxistin.
Parlamentera berê ya HDP’ê Sevahir Bayindir bal kişand ser wê yekê ku êrişên li ser Rojava yekitiya neteweyî di nav Kurdan de xurt kiriye û got: “Ev yekitî dê textê hemû dîktatoran birûxîne. Rojava hêviya bajaran, Arînan û Denîzan e. Em ê vê hêviyê bidin jiyandin. Hêzên navneteweyî dixwazin Rojhilata Navîn ber bi tarîtiyê ve bibin, lê ew berxwedana Kurdan nizanin. Ev seferberî bi dawî nabe, em ê bi ser bikevin. Bijî yekitiya Kurdistanê.”
Parlamenterê berê yê HDP’ê Îdrîs Baluken jî got: “Bi komployeke navneteweyî destkeftiyên Rojava têne hedefgirtin. Di rabirdûyê de DAÎŞ’ê ev yek bi ser nexist. Hêzên ku nirxên mirovahiyê diparêzin di vê pêvajoyê de derketin pêş. Divê gelên Ewropayê li kêleka gelê Kurd bisekinin. Heke dewlet di van polîtîkayên qirêj de cih digirin, divê gel bi hev re tevbigerin û polîtîkayan biguherînin.” Baluken bi vî rengî banga piştgiriyê li gelên Ewropayê kir.
Mîtîng bi dirûşm û marşan bi dawî bû.
AACHEN
Li bajarê Aachen ê Elmanya ji bo piştgiriya berxwedana Rojava ji aliyê Komeleya Gelê Kurd ya Aachen ve mitîng û meş hat lidarxistin.
Mitîng û meş bi tevlîbûna bi hezaran Kurdistanî û ciwanên çepgir Antîfa ku li ber Komelaya Gelê Kurd Aachen kom bûn, destpê kir.
Piştî kombûnê, jinên Kurd bûn rêz û keziyên xwe çekirin. Girseya gel bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” “Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e” û “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin.
Girseyê belavokên agahdariya li ser rewşa Rojava û nezîkatiya neyînî ya dewletên netewî belav kirin.
Piştî meşê girse gihîşt navenda bajêr Elîsenbrunen û dest bi mitîngê kirin.
Di mitîngê de axaftin hatin kirin û hate xwestin ku êrîşên li ser gelê Kurd bên rawestandin. Hat gotin ku heya îro gelê Kurd, gelên cîhanê li hember DAÎŞ’ê parast û îro cîhan deyndarê rûmetê yê ku destkeftiyên li Rojava bên parastin.
Çalakvanan diyar kirin ku ew ê têkoşîna li dijî êrîşên li ser Rojava mezin bikin û piştevaniyê bidomînin.
Di çalakiyê de bang hate kirin ku sibe 24’ê heyvê roja Şemiyê tevlî çalakiya ku wê li bajarê Koln Deutzer Werft di saet 14:00’an de were lidarxistin.
Çalakiya ku bi roj destpêkir heya derengiya şevê berdewam kir.
LEVERKUSEN
Îro Kurdên li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê meşek li dar xistin. Meş li Opladenê destpêkir û Leverkusen Mîtteyê bi dawî bû.
Çalakî di saet 17:00’an de bi rêzgirtin û sirûda neteweyî destp êkir. Kurdên Leverkusenê dirûşmeyên wek "Free Free Rojava", "Bijî Yekitiya Gelê Kurd", "Terorîst Erdogan", "Terorîst Colanî", "Jin Jiyan Azadî", "Rojava Rojhilate Kurdistan Yek Welate" û "Bijî Berxdana YPG û YPJ" berzkirin.
Çalakvanan rengên ala Kurd bilind kirin. Dîsa bi afîşan rewşa Rojavayê diyar kirin.
Endamên Meclîsa Kurd a Leverkusenê ji bo agahdarkirinê xebatek taybetî kir. Sê kesan serdana bi dehan cih kirin û li ser rewşa Rojavayê agahî parve kirin.
Her wiha bi dehan dayîkan bi zarokên xwe ve beşdarî meşê bibûn. Di meşê de zilamekî 40 salî gelek caran dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" berz kir. Me sedema vê jê pirs kir. Bi dengek hestiyarî got: "Xwişkên me li Şengalê qetilkirin. Jîna Amînî qetilkirin. Arîn Mîrkan canê xwe bo me feda kir. Rewşa hevala Denîz li Helebê û keziya fermandara YPJê diyar e. Jin Jiyan Azadî rêzgirtina şehîdan e."
Meş bi mitînga ku li Leverkusen Mitteyê hat lidarxistin, bi dawî bû.
HEILBRONN
Li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê, êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirkiyeyê bi mitîngekî hatin protestokirin. Bi sedan kesên ku li Kiliansplatzê li hev civiyan, dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî Serok Apo”, “Terorîst Erdogan”, “Terorîst Colanî” î “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
Di axaftinên mitîngê de îşaret bi yekîtiya Kurdan hate kirin û bêdengiya welatên Ewropa hate rexnekirin.
Çalakî wê bi meşa ku wê sibê di saet 14:00’an de li Theresienwiese destpê bike, dewam bike.