Çolak ku endamê Yekîtiya Nivîskaran PEN a Danîmarkayê ye û li Danîmarkayê dimîne, diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê ji PEN a Danîmarkayê, Serokwezîra Danîmarkayê û endamên Partiya Sosyal Demokrat re name hatin şandin.
Çolak anî ziman ku Kurdan di têkoşîna li hemberî rêxistinên radîkal ên weke DAÎŞ'ê de berdêlên giran da, lê belê li gel vê yekê jî îro li qada navneteweyî hatin hiştin.
Çolak diyar kir ku kampanya ne tenê ji bo nîşandana binpêkirinên li hemberî gelê Krud ei di heman demê de li ser bingeha azadiya fikrî û mafên mirovan ên gerdûnî banga ji bo piştevaniyê ye. Lewma bang li rewşenbîr, nivîskar, hunermend û her kesên xwedî wijdan kir ku beşdarî kampanyaya îmzeyan bibin.