BI DÎMEN

Ciwanên Kurd li Atinayê ji bo Rojava bi meşaleyan meşiyan

Ciwanên Kurd ên ku li Atinayê li dijî dorpêç û gefa komkujiyê ya li ser Rojava daketin qadan, tevî meşale û fîşekên hewayî ber bi parlamentoyê ve meşiyan û peyamên piştevaniyê ji bo berxwedana Rojava dan.

Ciwanên Kurd li paytexta Yewnanîstan Atinayê, li dijî êrîşên li ser Rojava bi meşaleyan meşiyan.

Ciwanên ku di saet 20:00’an de li Qada Monastirakî li hev civiyan, li ser kolana herî qelebalix ê Atinayê Ermou meşiyan û gihîştin pêşiya Parlamentoya Yewnanîstanê. Di meşê de bertek nîşanî êrîşên li ser Rojava hate dayîn.

Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku Kobanê bi temamî di bin dorpêç de ye û înternet, av û elektirîk tên qutkirin. Têkoşîna gel a li ser binegeha xweparastinnê hat silavkirin. Ciwanan piştgirî dan berxwedana gel a şoreşgerî.

Ciwanan demek dirêj li pêşiya Parlamentoyê man û çalakiya xwe bi dawî kirin. Her wiha banga tevlîbûna meşa giştî ku wê sibê di saet 14:00’an de bê lidarxistin, kirin.