Swîsreyê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirkiyeyê li ser Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyanî da. Di daxuyaniya nivîskî ku ji aliyê Wezareta Karên Derve (MFA) ve hate dayîn de, hat diyarkirin ku ew ji rewşa mirovî ya li herêmê bi fikar in û bang li hemû aliyan kir ku rêzê li hiqûqa mirovî ya navneteweyî bigrin.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya dijîtal a Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê hat weşandin de wiha hate gotin, “Swîsre, ji ber rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikar e. Divê rêz li agirbestê bê girtin û hemû sivîl werin parastin. Swîsreyê bang li hemû aliyan dike ku rêzê li hiqûqa mirovî ya navneteweyî bigrin. Swîsreyê alîkariya mirovî dide Sûriyeyiyên ku ji pevçûnan bandor bûne.”