Francesc de Dalmases i Thió axaftina xwe ya li parlamentê ya li ser Rojava li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal parve kir.
Parlamenterê Katalan got, "Niha têne qetilkirin, kuştin, destavêtin li wan tê kirin û êşkenceyê dibînin. Ev yek bi serê Kurdên li Rojava, bi serê Kurdên li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê. Heman Kurd in ku di navbera Ewropa û Dewleta Îslamê (DAÎŞ) de bûn bendek, li dijî Îslamiya herî fanatîk bi hezaran canê xwe feda kirin. Ya ku îro di weşana zindî de bi me didin temaşekirin paqijiyeke etnîkî ye.
Hema bibêje, qet protestoyek li holê nîne; Spanya jî di nav de dewletên hevkarê leşkerî yê Tirkan ku Kurdistana Sûriyeyê qetil dike, gelekî bêdeng e ku şirîkatiya vî sûcî ye.
Doh me dawî li vê bêdengiyê anîn; ji ber ku ne weke Katalan ne jî weke Ewropî em ê nebin şirîkê paqijiya etnîkî."