BI DÎMEN

Li Londonê bi hezaran Kurdistanî li ber Balyozxaneya DYA'yê ne: Şerm bikin!

Li dijî êrişên li ser Rojava, bi hezaran Kurdistanî li ber avahiya Balyozxaneya DYA'yê hatin cem hev û ji DYA'ya ku rê li ber êrişên çeteyên DAIŞ-HTŞ’ê vekir re qîriyan: "Şerm bikin!"

Bi armanca protestokirina êrîşên DAIŞ-HTŞ û çeteyên di bin piştgiriya dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Rojavayê Kurdistanê, li Brîtanyayê bi hezaran Kurdistanî li ber avahiya Balyozxaneya DYA'yê kom bûn. Di çalakiyê de bi sedan alayên YPG û YPJ’ê û alayên Kurdistanê hatin hildan. Ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Di çalakiyê de rojnameger Mark Campbell, rojnameger-lêkolîner Aladdin Sinayiç û gelek nûnerên saziyên girseyî yên demokratîk ên Kurd axivîn. Di axaftinan de bal kişandin ser wê yekê ku DYA bi polîtîkayên xwe çeteyên cîhadîst ên destbixwîn rewa dike û hate gotin: “Gelê Rojava ji bo rûmeta mirovahiyê bi deh hezaran şehîd dan. Bêdengiya we ya li hemberî HTŞ û çeteyên din ên bermayiyên DAIŞ’ê tê wateya xwînê. Şerm bikin."

Dema ku polîsên Îngilîz tevdîrên tund ên ewlehiyê girtin, girseyê bi berdewamî sloganên “Shame on You”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî YPG YPJ”, “Bijî Kurdistan”, “Terorîst Erdogan”, “Terorîst Colanî”, “Bimre Xiyanet”, “Defend Rojava”, “Hands off Kurds” û “Save Rojava” berz kirin. Her wiha pankartên bi nivîsa “Trump DAIŞ zindî kir” jî hatin hildan.

Di dema çalakiyê de hunermend Tara Jaff, ji bo bertek nîşanî birîna porê jinên şervan a ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve li Reqayê bide, porê xwe hûnand. Aktîvîstên ku ji Ugandayê hatibûn jî tevlî girseyê bûn û sloganên “Bijî Rojava”, “Bijî Kurdistan” qîriyan.

Çalakî bi çepik, slogan û tîlîliyan bi dawî bû. Kurdistanî di heman demê de li ber avahiya Serokwezîriyê jî protestoyek li dar xistin û DYA û Brîtanyayê sûcdar kirin ku li hemberî êrişên çeteyên bermayiyên DAIŞ'ê nakevin nava tevgerê.