Ciwanên enternasyonalît ên ji bo Rojava bi rê ketin, gihîştin Leipzigê
Piştî çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropayê jî ciwanên enternasyonalît ji bo piştevaniya bi Rojava re bi rê ketin. Ciwanên ku li Berlînê bi rê ketin, gihîştin Leipzigê.
Piştî çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropayê jî ciwanên enternasyonalît ji bo piştevaniya bi Rojava re bi rê ketin. Ciwanên ku li Berlînê bi rê ketin, gihîştin Leipzigê.
Ciwanên enternasyonalîst ên ku li bajarê Berlîn ê Elmanyayê bi rê ketin, gihîştin Leipzigê. Ciwan, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd-Elman (Nav-Leipzig), ji aliyê dehan kesan ve hatin pêşwazîkirin. Ciwanên enternasyonalît li Nav-Leipzigê civîna gel lidarxistin.
Di axaftinan de êrîşên çeteyên HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Hate diyarkirin ku ev êrîş wê bi têkoşîna gelê Kurd û dostên wan têk biçin.
Ciwanên enternasyonalîst wê ji bo çûyîna Rojava bi rê bikevin.