LI VALENCIAYÊ PROTESTO
Roja pêncşemê, 22’yê Rêbendanê, li Valenciayê zêdetirî sed kesî bi daxwaza piştgiriya têkoşîna gelê Kurd û parastina şoreşa Rojava li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê kom bûn. Çalakî bi banga Colectivo Legerîn Azadî û Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re ya Valenciayê pêk hat.
Beşdaran êrîşên komên bi piştgiriya El Colanî û Erdogan li ser Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (AADNES) şermezar kirin. Pankartên ji bo parastina Kobanê û Şoreşa Rojava hatin hildan; polîtîkayên Erdogan, dewleta Tirk û ya Sûriyeyê hatin teşhîrkirin.
Endamên diyasporaya Kurd a li Valenciayê jî axivîn û banga piştgiriya enternasyonalîst û parastina projeya demokratîk a Rojava li kolanên Ewropayê kirin. Her wiha piştgirî dan gelê Kurd ê li Kurdistana Rojhilatê Kurdistanê ku ji bo azadî û dadê li qadan e.
ŞERMEZARKIRINA JI ŞAREDERIYA DURANGO Û SUARGI ELKARTEA
Şaredariya Durango û Suargi Elkartea êrîşên bêserûber ên li dijî sivîlên li Kobanê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bang li Yekîtiya Ewropa û civaka navneteweyî hat kirin ku êrîşan rawestînin û mafên mirovan biparêzin.
Daxuyaniya ku bi yekdengiya hemû partiyên di Encumena Şaredariya Durangoyê de hat qebûlkirin, destnîşan kir ku êrîş sivîlan dikin armanc, xizmetên bingehîn hatine birîn û têkilî zehmet bûye. Her wiha binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî û pîvanên demokratîk hat rexnekirin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civakên cuda yên wekî Kurd, Ermenî, Suryanî û Ereb di bin rêveberiyeke demokratîk û xweser de bi aramî bi hev re dijîn û bang hat kirin ku ev model were parastin.
DAXÛYANIYA PIŞTGIRIYÊ JI ARAGONÊ
Konseya Federal a Aragonê (El Consello Federal de Estau Aragonés) diyar kir ku ew bi Rojava re di nav piştevaniyê de ne û piştgiriya mafê gelê Kurd ê diyarkirina qedera self-determinasyonê ango xwe-rêvebirinê dikin. Konseyê ragihand ku ew xeta siyasî ya Konfederalîzma Demokratîk nêzî têgihîştina xwe ya sosyalîzma xwerêveber dibînin.
Di heman daxuyaniyê de êrîşên tund ên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Hikûmeta Tirk hatin şermezarkirin. Ji civaka navneteweyî hat xwestin ku ji bo dabînkirina agirbesteke ku rêzê li mafên mirovan bigire û azadiya gelê Kurd garantî bike, bikeve nav hewldanan.
BANGA BASKÊ JI BO EWROPA Û CIVAKA NAVNETEWEYÎ
Sendîkaya ELA ya Welatê Baskê piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd re dubare kir û banga seferberiyê li Ewropayê kir. ELA’yê hêzên navneteweyî û yên Ewropayê ji ber bêdengiya wan şermezar kir û destnîşan kir ku divê piştgirî bidin xwerêveberiya demokratîk û projeyên aştiyê.
Şaredariya Durango û Suargi Elkartea jî bang li Yekîtiya Ewropa û civaka navneteweyî kirin ku êrîşan şermezar bikin û tundiya li ser sivîlan bidin rawestandin. Şaredariyê her wiha xwest ku ji bo sûcên şer ên gengaz lêkolîneke serbixwe were kirin.