BI DÎMEN

Îro jî li Elmanyayê bi hezaran kes ji bo piştgiriya Rojava daketin qadan

Li bajarên Elmanyayê bi hezaran kes bi meş û mîtîngan êrîşên li ser Rojava protesto kirin, hevgirtina xwe bi berxwedana gel re anîn ziman û bang li gelên Ewropayê kirin ku hevgirtinê nîşan bidin.

Kurdistanî û dostên wan li bajarên cuda yên Elmanyayê li dijî êrîşên li ser Rojava daketin qadan. Di xwepêşandanên ku li navendên bajarên cuda yên Elmanyayê hatin lidarxistin de, bi hezaran kesan alên Kurdistan, TEV-DEM’ê û pankart hilgirtin û bi dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî berxwedana Rojava" berxwedana Rojava silav kirin. Kurdistanî bang li gelên Ewropayê kir ku hevgirtinê nîşan bidin.

HAMBURG

Meclisa Gel a Demokratîk a Kurd a Hamburgê (DKHM) li ber Hauptbahnhof ê Hamburgê mîtîngek li dar xist û êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgir kirin li ser Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Di nav wan de Konseya Jinan a Rojbîn, TCŞ (Parêzvanên Şoreşa Tirkiyê), enternasyonalîstên Alman, rêxistinên jinan ên çepgir û sosyalîst û kesên ji Kurdistanê hebûn, bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn.

Di mîtîngê de pankartên “Turkischen Angriffskrieg und Dschihadisten Stoppen! Verteidigt Rojava und die Frauenrevolution!”, “Stoppt die Angriffe auf Rojava und Rojhilat, Solidarität mit den Protesten im Iran!” û “Wir sind bereit, uns denen entgegenzustellen, die uns unsere Freiheit nehmen wollen!” û alên  TEV-DEM û Kurdistanê hatin hilgirtin. Her dovîzên ku balê dikişînin ser komkujiyên ku ji hêla çeteyên HTŞ’ê hatin hildan. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şoreşê dest pê kir.

Di mîtîngê de timî dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadi”, "Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan", "Bijî berxwedana Rojava", “Alle zusammen gegen den Faschismus) û "Bijî berxwedana YPG-YPJ’ê” hatin berzkirin. Di mîtîngê de sirûdên berxwedanê jî hatin lêxistin.

Parlamentera berê ya HDP’ê Sevahir Bayindir diyar kir ku êrîşên li ser Rojava yekîtiya neteweyî di navbera Kurdan de xurt kir û got, "Ev yekîtî dê textên hemû dîktatoran hilweşîne. Rojava hêviya bajaran,Arînan û Denîzan e. Em ê vê hêviyê bidin jiyîn. Hêzên navneteweyî dixwazin Rojhilata Navîn bixin nav tariyê, lê ew bi berxwedana Kurdan nizanin. Ev seferberî wê bi dawî nebe, em ê bi ser bikevin. Bijî yekîtiya Kurdistanê!"

Parlamenterê berê yê HDPê Îdrîs Balûken jî got, "Destketiyên li Rojava dibin hedefa komployeke navneteweyî. DAÎŞ berê nekarîbû vê yekê bike. Hêzên ku nirxên mirovahiyê diparêzin di vê pêvajoyê de derketine pêş. Divê gelên Ewropayê li kêleka gelê Kurd bisekinin. Ger dewlet di van polîtîkayên qirêj de alî digire, divê gel bi hev re tevbigerin da ku wan polîtîkayan biguherîni.”

Mîtîng bi dirûşme û sirûdan bi dawî bû.

LEVERKUSEN

Kurdên li Leverkusenêji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava meşek li dar xistin. Çalakî li Opladenê bi deqeyek rêzgirtinê û sirûda neteweyî dest pê kir. Beşdaran ber bi Leverkusen Mitte ve meşiyan û dirûşmeyên “Wê Rojava azad bibe", "Bijî yekîtîya gelê Kurd", "Terorîst Erdogan", "Terorîst Colanî", "Jin, Jiyan, Azadî", "Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û "Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê” berz kirin.

Beşdaran rengên ala Kurd, pankart û dovîzên ku rewşa li Rojava vedibêjin hilgirtin. Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Leverkusenê di tevahiya meşê de çalakiyên agahdarkirinê lidar xistin; sê kesan serdana dehan deverên bajêr kirin ji bo raya giştî li ser êrîşên li Rojava agahdar bikin.

Gelek dayik û zarokên beşdarî çalakiyê bûn. Beşdarvanek 40 salî timî dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" berz kir. Dema ku me sedema wê pirsî, bi hestyarî got, "Xwişkên me li Şengalê hatin qetilkirin, Jîna Emînî jiyana xwe ji dest da, Arîn Mîrkan li Rojava fedakarî kir. Hevalên me hene ku li Helebê û di nav refên YPJ’ê de şehîd bûne. Ji ber vê yekê 'Jin Jiyan Azadî' rêzgirtinek ji bo şehîdan e."

Meş bi mîtîngek li Leverkusen Mitte bi dawî bû. Li wir civînên agahdarkirinê hatin lidarxistin û beşdaran li ser berxwedana Rojava û êrîşan hişyar kirin. Çalakî bi coş û biryardariyek mezin bi dawî bû.

AACHEN

Komeleya Gelê Kurd a Aachenê ji bo protestokirina êrîşên barbar ên dewleta dagirker a Tirk, HTŞ û çeteyên DAÎŞ'ê li dijî gelê Rojava  mîtîng û meş li dar xist.

Çalakî li ber Meclîsa Gelê Kurd a Aachenê bi beşdariya bi hezaran Kurdistanî û çepgirên ciwan ên Antîfa dest pê kir. Beşdar di korteja ku jinên Kurd porê hûnandin dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Yek e yek e, gelê Kurd yek e" û "Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e" berz kirin.

Di tevahiya meşê de, broşûrên agahdar li ser rewşa Rojava û bêdengiya dewletên navneteweyî hatin belavkirin. Meş dema ku gihîşt Elisenbrunnen a li navenda bajêr veguherî mîtîngê.

Di axaftinan de daxwaza rawestandina êrîşên li dijî gelê Kurd hate kirin û hate diyarkirin ku divê cîhan destkeftî û rûmeta gelên li Rojava biparêze. Beşdaran diyar kirin ku ew ê têkoşîna li dijî êrîşên li ser Rojava berfireh bikin û hevgirtina xwe bidomînin.

Di çalakiyê de, banga beşdarbûna xwepêşandana ku dê roja Şemiyê 24’ê Çile saet 14:00an li Deutzer Werft a Kolnê were lidarxistin hate kirin. Çalakiya ku serê sibê dest pê kir, heta derengiya şevê berdewam kir.

HEILBRONN

Li Heilbronn a Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşênçeteyên HTŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirk ve mîtîngek hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Kiliansplatzê kom bûn û dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Berxwedana Kobanî", "Bijî Rêber Apo", "Terorîst Erdogan", "Terorîst Colanî" û "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin.

Di axaftinan de li ser yekîtiya Kurdan hate rawestandin û bêdengiya welatên Ewropayê hate rexnekirin. Gelek jinên ji bo berxwedana xwe li dijî çeteyên HTŞ’ê nîşan bidin, porê xwe hûnandin.

Çalakî dê sibê saet 14.00’an de bi meşa ku li Theresienwiese were destpêkirin, berdewam bike.

MUNSTER

Gelê Kurd bi rojan e bi meş û xwepêşandanan piştgiriyê dide Rojava, îro kolanên Munsterê tijî kirin. Xwepêşandan bi pêşengiya Ciwanên TCŞ’ê ya Munster, Tevgera Jinên Kurd, meclîsa herêmî û dostên Kurdan, bi ddeqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di xwepêşandanê de, jinan porê hev hûnandin da ku peyama hevgirtinê bişînin li hember êrîşên nemirovane yên li dijî şervanên jin ên Kurd li Rojava. di xwepêşdanê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Yek, yek, yek, gelê Kurd yek e" û "Bijî berxwedana Kobanê” berz kirin.

Xwepêşandan bi coşek mezin berdewam kir, tekezî li ser yekîtiya civakî û piştgiriya berxwedana Rojava kir.

SAARBRUCKEN

Xwepêşandana ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate organîzekirin, bi hezaran kes li dijî êrîşên li ser Rojava nerazîbûn nîşan dan û yekîtiya neteweyî û berxwedana gelê Kurd silav kirin.

Meş li Landwehrplatzê bi beşdariyeke coş dest pê kir. Beşdaran pankarta “Stop Supporting Terror – Save the Innocent” û alên YPG û YPJ’ê hilgirtin û ber bi navenda bajêr ve meşiya. Dirûşmeyên gel li kolanan deng vedan:

Ji Meclîsa Saarbrucken a PYD’ê Daxil Îbrahîm berxwedana Şêxmeksûd a Helebê bi bîr xist û diyar kir ku fermana dawîn a ku ji hêla Şehîd Fermandar Ziyad ve ji gelê Kurd re hatiye dayîn "berxwedan" bû. Endamê Şûraya CÎK’ê Mele Kasim jî got, "Destên qirêj ên ku dirêjî porê jinên Kurd dibinwê teqez werin têkbirin. Gel dê li dora YPG/YPJ’ê bibin yek û vê zihniyeta tarî têk bibin.”

Di mîtîngê de, Florian Spaniol (Die Linke Saar), Eva (Jin Rojava Diparêzin), Lisa (Connact Saar), û Rojbîn (Kare-Dervw) jî peyamên hevgirtina enternasyonalîst ragihandin. Çalakî bi xwendina helbesta "Em Kî ne" ku manîfestoyek nasnameya Kurd e, bi dawî bû. 

PFORZHEIM

 

WUPPERTAL

Li Wuppertal a Elmanyayê Kurdistanî li dijî êrîşên li ser Rojava xwepêşandanek girseyî li dar xistin. Bi hezaran kes ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ’ê ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin, li hev civiyan û hêrsa xwe bi berzkirina dirûşmeyan anîn ziman.

Di xwepêşandanê de dirûşmeyên “Wê Rojava azad bibe", "Bijî Yekîtîya Gelê Kurd", "Jin, Jiyan, Azadî", "Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana YPG’ê” hatin berzkirin.

Di axaftinan de, êrîş û komkujiyên li Rojava bi tundî hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku berxwedan û hevgirtina gelê Kurd dê berdewam bike. Girseyê bang li civaka navneteweyî kir ku li hember tiştên ku li Rojava diqewimin bêdeng nemînin.

BERLÎN

Li paytext Berlînê jî Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser Rojava û şandina peyama hevgirtinê li hev civiyan. Bi hezaran kes beşdarî xwepêşandanê bûn, alên YPG û YPJ hilgirtin, dirûşm berz kirin û bang li Yekîtiya Ewropayê kirin.

Xwepêşandan li Brandenburg Gate / Pariser Platzê saet 18.00’an de dest pê kir. Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li ser banga hevpar a Nav-Berlîn, Konseya Jinan a Destdan, Feda Berlîn, Jinên Ciwan Berlîn, KJAR Berlîn, Kongra Star Berlîn, Civaka Îslamî ya Berlîn, Ciwanên Berlîn, Navenda Çanda Rojava û Konseya Jinan a Êzîdî ya Berlînê, li hev kom bûn.

Girseyê alên YPG û YPJ hilgirtin û dirûşmeyên “Defend Rojava", "Rojava ne bi tenê ye" û "Êrîşên li ser gelê Kurd rawestînin" berz kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku êrîş sûcek li dijî mirovahiyê ye û divê Yekîtiya Ewropayê bêdeng nemîne. 

Xwepêşandan bi dirûşm û peyamên hevgirtinê bi dawî bû.

DRESDEN

Li Dresden a Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û peyama hevgirtinê bişînin li hev civiyan.

Girseyê alên YPG û YPJ’ê hilgirtin û pankartên “Defend Rojava", "Rojava ne bi tenê ye" û "Êrîşên li dijî gelê Kurd rawestînin" holgirtin. Di axaftinan de hat gotin ku tiştê li Rojava diqewime sûcek li dijî mirovahiyê ye û divê Yekîtiya Ewropayê bêdeng nemîne. 

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî.

KOLN

Li Koln a Elmanyayê bi hezaran Kurd û enternasyonalîst ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava ji hêla DAÎŞ, HTŞ û komên ku ji hêla dewleta Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin meşiyan. Meşa ku niştecihên herêmê jî beşdar bûn, ji Heumarkt ber bi Neumarkt çûn û paşê dîsa heta Heumarktê meşiyan.

Di meşê bi sedan alên YPG û YPJ û alên Kurdistanê hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî YPG YPJ", "Bijî Kurdistan", "Terorîst Erdogan" û “Defend Rojava" hatin berzkirin. Bertek nîşanî hevkariya Ewropayê dya bi DAÎŞ, HTŞ û dewleta Tirk re dan.

Hunermend Diyar Dêrsim û Hevserok Sidar Yıldız di çalakiyê de axaftin kirin. Ji çar perçeyên Kurdistanê mafê axaftinê girtin û bal kişandin ser gefên li ser Rojava.

Xwepêşandana ku di bin tedbîrên ewlehiyê yên tund ên polîsên Elman de pêk hat, bi çepik, dirûşme û tilîliyan bi dawî bû. Beşdaran diyar kirin ku ew ê heta ku Rojava ewle bibe li kolanan bimînin û banga beşdarbûna xwepêşandana girseyî ku wê sibê saet di 14:00’an de li Deutzer Werft a Kolnê were lidarxistin, kirin.

LUBECK

Li bajarê Lubekê yê Elmanyayê li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê meşek girseyî ya protestoyî hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ji bo êrîşan protesto bikin û hevgirtinê li Kohlmarktê kom bûn.

Meş bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre girse ber bi Korkmarktê ve meşiya. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî QSD" û "Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e" hatin berzkirin.