Selîm Sadak jiyana xwe ji dest da

Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak, di nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin de jiyana xwe ji dest da.

Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak, li bajarê Heilbronnê yê Elmanyayê, li nexweşxaneya SLK Klinikumê ku ev demeke dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê lê dihat dermankirin, koça dawî kir.

Sersaxiyên ji bo Sadak wê ji îro ve di saet 18:00’an de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Heilbronnê werin qebûlkirin.

Selîm Sadak di sala 1954an de li gundê Bafê yê ser bi navçeya Hezex a Şirnexê ji dayik bû. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Hezexê qedand. Paşê li Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê beşa Matematîkê xwend.

Di hilbijartinên giştî yên sala 1991an de li ser navê Partiya Kedê ya Gel (HEP) û ji lîsteyên Partiya Gel a Sosyal Demokrat (SHP) wekî parlamenterê Şirnexê yê heyama 19an a Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) hate hilbijartin.

Di 3yê Adara 1994an de parêzbendiya wî hate rakirin û tevî parlamenterên wekî Leyla Zana, Hatip Dicle û Orhan Dogan di 17ê Adara 1994an de hate girtin. Sadak nêzî 10 salan di girtîgehê de ma û di Hezîrana 2004'an de bi biryara Dadgeha Bilind hate berdan.

Sadak ê ku piştî ji girtîgehê derket, têkoşîna xwe ya siyasî domand, di damezrandina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de cih girt û wekî endamê lîjneya rêveber erk girt. Di sala 2009’an de ji DTP’ê wekî Şaredarê Sêrtê hate hilbijartin.

Di heman salê de, di çarçoveya operasyonên ku di raya giştî de wekî Doza Sereke ya KCK’ê têzanîn de, bi îdiaya “rêxistina terorê” 6 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Sadak ji ber dozên ku li Tirkiyeyê dewam dikir, neçar ma ku biçe Ewropayê. Sadak ji sala 2021’an ve li Heilbronnê jiyan dikir.