Li Trondheim’ê mîtînga ji bo piştgiriya Rojava

Li sêyemîn bajarê mezin Trondheim ê Norweçê meş û mîtîngeke herî girseyî ya salên dawî, hate lidarxistin.

Ji çar parçeyên Kurdistanê tevlîbûn ji çalakiyê re çêbû, êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin.

Roja şemiyê di saet 15.00’an de li Qada Torg a Trondheimê mîtîng destpê kir. Di mîtîngê de Kurd, dostên wan ên Norweçî û nûnerên partiyên siyasî axivîn û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin.

Tevî hewaya sar jî bi hezaran kes piştî mîtîngê ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Kurdistan yek welat e”, “Ez li benda Rojava me” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên ku berxwedana Rojava silav dikin, bi dawî bû.