BI DÎMEN

Li Fransayê bi deh hezaran li qadan e: Rojava rûmet e

Li gelek bajarên Fransayê ji bo piştgiriya bi Rojava re , meş û mîtîng hatin lidarxistin. Deh hezaran kes bi dirûşma "Rojava rûmet e" qad tijî kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku li dijî gefên dewleta Tirk, HTŞ û komên radîkal têkevin nav tevgerê.

Li gelek bajarên Fransayê ji bo piştgiriya bi gelê Rojava re bi meş û mîtîngan deng vedan. Bi deh hezaran kes bi berzkirina dirûşmeyên "Rojava rûmet e, xwedî li rûmetê derkeve” qad tijî kirin û ji civaka navneteweyî xwestin ku li dijî gefên dagirkerî û qirkirinê yên HTŞ, komên radîkal û çeteyên dewleta Tirk têkevin nava tevgerê. Parlamenterên Fransî, endamên meclîsa bajaran û komên enternasyonalîst piştgirî dane xwepêşandanan. Tevî ku li hin bajaran polîs êrîş kirin jî xwepêşandan berdewam kirin.

NANTES

Li Nantesê êrîşên li ser Rojava bi meşekê ku bi hezaran kes beşdar bûn hatin protestokirin. Meşa ku li Qada Place du Commerce dest pê kir, heta Place de Royal berdewam kir. Girseyê gelek caran dirûşmeyên "Résistance Rojava", "Vive le Rojava", "Solution politique pour le Rojava," û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin. Ciwanan di meşê de bi fîşekên hewayî û dûmana rengîn deng derxistin. Piştî meşê, rêxistinên beşdar daxuyaniyên piştgiriya berxwedana Rojava dan. Piştî deqeyek rêzgirtinê û xwendina sirûda neteweyî Ey Raqip, daxuyaniyek hevpar a bi fransî hatibû amadekirin hate xwendin. Piştre li ser navê Partiya Komunîst a Fransayê ji bo piştgiriya Rojava axaftinek hate kirin.

Piştî axaftinan, xwepêşandan bi banga beşdarbûna meşa ku wê sibê saet 15.00’an li Saint Nazaire bê lidarxistin bi dawî bû. Piştî xwepêşandanê, polîsên Fransî mudaxeleyî ciwanan kirin û bi gaza îsotê êrîşî girseyê kirin. Di navbera ciwanan û polîsan de li kolanan alozî derket û gelek ciwan hatin binçavkirin.

BREST

Li Brestê bi dirûşmeya "Rojava biparêze, hevgirtina bi gelê Kurd re xurt bike” ji bo piştgiriya berxwedana Rojava li Qada Liberté xwepêşandanek hate lidarxistin. Di xwepêşandana, ku beşdariyeke mezin ji Kurdan pêk hat, nûnerên rêxistinên ku piştgiriyê didin gelê Kurd jî beşdar bûn. Di daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar de êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava ji aliyê HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin ve hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de girîngiya jiyanî ya têkoşîna gelê Kurd li dijî DAIŞ û komên cîhadîst ên bi heman rengî ji bo tevahiya cîhanê hate destnîşankirin û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku hevgirtina xwe bi Rojava re xurt bikin.

Di xwepêşandanê de, dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî yekîtiya Kurdan" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

Qada bi peyamên hevgirtinê bi gelê Kurd re û bangên azadiyê ve hate qîrîn. Pierre-Yves Cadalen, endamê parlamentoyê ji La France Insoumise – Nouveau Front Populaire, di xwepêşandanê de axaftinek kir û bal kişand ser têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd li dijî DAIŞ'ê û rexne li Fransa û Ewropayê kir ji ber ku piştgirî nedane berxwedana Rojava. Cadalen diyar kir ku modela siyasî ya demokratîk, piralî û wekhevîxwaz a li Rojava hatiye avakirin, bi taybetî nêzîkatiya wê ya li ser bingeha rizgariya jinan û îlhamê dide tevahiya cîhanê.

Cadalen diyar kir ku divê li Fransayê dengek xurt a enternasyonalîst, li ser bingeha hevgirtinê û parêzvanê mafên mirovan bilind bibe û banga zêdekirina hevgirtinê bi Rojava re kir.

Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn ji bo birîna porê şervanek jin a Kurd a dîlgirtî ji hêla çeteyekê ve protesto bikin, porê xwe hunandin.

Xwepêşandan bi dirûşme, pankart û çepikan berdewam kir û bangên "Rojava biparêzin", "Dagirkeriyê biqedînin" û "Hevgirtina bi gelê Kurd rezêde bikin" bi dawî bû.

Beşdaran bang li hikûmeta Fransayê û saziyên navneteweyî kirin ku helwestek zelaltir û bibandortir li dijî êrîşên li ser Rojava bigirin.

MULHOUSE

Li bajarê Mulhouseyê bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan meşek li dar xistin û êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava protesto kirin. Girseya ku li Place de la Bourse kom bû dirûşmeyên "Rojava rûmet e", "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin. Di meşa ku beşdariyeke mezin a jin û ciwanan hebû, pankart û dowîzên piştgiriya berxwedana Rojava hatin hilgirtin. Di axaftinên piştî meşê de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser Rojava ne tenê li dijî gelê Kurd, di heman demê de li dijî modela jiyana hevpar, piralî û azadiya jinan e ku hêviyê ji bo herêmê temsîl dike û bêdengiya hêz û saziyên navneteweyî hate protestokirin.

DRAGUIGNAN 

Li Draguignanê bi hezaran kes Kuurdistanî bi dirûşmeya "Îro ji bo Rojava roja rûmetê ye" meşiyan. Girse bi pankart û dirûşmeyan li navenda bajêr meşiya û berxwedana Rojava silav kir. Piştre li ber avahiya Walîtiyê daxuyanî hat dayîn. Girseyê biryar da ku xwepêşandanên xwe ji bo piştgiriya berxwedana gelê Rojava bidomînin û li ber avahiya Walîtiyê konê berxwedanê danîn. Li ser navê girseya ku "nobeda azadî û rûmetê" da destpêkirin, daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de êrîşên li ser Rojava wekî barbariyeke nemirovane hat binavkirin û bang kirin ku "Ev ne roja bêdengbûnê ye, lê roja parastina rûmeta me ye." Komeleya Malbatên Şehîdan jî beşdarî xwepêşandanê bû û dê li konê berxwedanê tevlî nobedê bibe. Bang li beşdarbûna girseyî ya xwepêşandanekê hat kirin ku dê sibê li Nice, Fransa, ji bo piştgiriya Rojava were lidarxistin.

RENNES

Li Rennesê bi beşdariya Kurdistanî û ciwanên enternasyonalîst xwepêşandan hate lidarxistin û êrîşên li ser Rojava û polîtîkayên dijminatiya jinan ên komên cîhadîst hatin protestokirin. Di xwepêşandanê de jinan porê xwe hunandin. Girseyê bal kişand ser krîza mirovî ya li herêmê û daxwaza vekirina korîdorek mirovî ji Fransayê ber bi Rojava û organîzekirina karwanên alîkariyê kir. Di axaftinên ku di dawiya meşê de li Place de la République hatin kirin de hate destnîşankirin ku parastina modela demokratîk li Rojava têkoşînek hevpar a hemû mirovahiyê ye û daxwaza zêdekirina hevgirtina navneteweyî hate kirin.

MONTPELLIER

Li Montpellier a Fransayê tevî barana zêde bi beşdariya hezaran kesî ji bo piştgiriya Rojava saet di 18:30’an de meşek girseyî hate lidarxistin. Beşdaran êrîşên li ser Rojava protesto kirin û peyamên hevgirtinê dan.

Meşa ku gelê Kurd û piştgirên navneteweyî anî cem hev, bi dirûşme û pankartan berxwedana Rojava silav kir. 

TOULOUSE

Li Toulouse ya Fransayê bi pêşengiya ciwanên Kurd protestoya sê rojan a konvedan û standê har lidaxistin. Di tevahiya rojê de, belavok hatin belavkirin, kampanyayên agahdarkirinê hatin lidarxistin. Li kon û standên ku li navenda bajêr hatine danîn, bi gel re sohbet hatin kirin. Di daxuyaniyê de bangên ji bo seferberî û piştgiriya Rojava hatin dubarekirin. Ciwanan tekez kirin ku tiştê ku li Rojava diqewime têkoşînek ji bo azadî û rûmetê ye ku ne tenê gelê Kurd lê hemû mirovahiyê eleqedar dike.

Li qada xwepêşandanê dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, Jiyan, Azadî", "Rojava rûmet e" û “Qatil HTŞ, hevkar AKP" hatin berzkirin, di heman demê de bangên ji bo hevgirtinê hatin kirin.

Ciwanên Kurdistanî di daxuyaniyek hevpar de bang li hemîû hêzên demokratîk, bi taybetî yên ji Kurdistanê û gelê Toulouse kirin ku beşdarî xwepêşandana girseyî ya ku roja Yekşemê saet 15.00’an de  li Qada Jean Jaurès were lidarxistin bibin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Rawestandina li kêleka Rojava tê wateya rawestana li kêleka pêşeroja me û azadiya me."

LILLE

Li bakurê Fransayê Lille ji bo protestokirina êrîş û komkujiyên li dijî Rojava li ber Place de la République xwepêşandanek girseyî hate lidarxistin. Kurdistaniyên ji Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilatê Kurdistanê û Qefqasyayê, ligel gelek dostên Fransî, li qadê kom bûn.

Endamê Meclîsa Neteweyî ya Fransayê Aurélien Lecoq axivî, hevgirtina xwe bi gelê Kurd û Şoreşa Rojava re anî ziman û bang li civaka navneteweyî kir ku "bêdeng nemînin".

Di axaftinên xwe de, nûnerên partî, sendîka û rêxistinên çepgir de hate diyarkirin ku êrîşên li ser Rojava "planek tunekirin û koçberkirinê" ne û bang li hikûmeta Fransayê û Yekîtiya Ewropayê kirin ku gavên berbiçav bavêjin da ku êrîşan rawestînin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan bi dawî bû û piştre banga "seferberiya navneteweyî ji bo parastina Rojava" hate kirin.