BI DÎMEN

Li Katalonyayê bi sedan kes ji bo Rojava meşiyan

Li bajarên Barcelona û Lleîda yên Katalonyayê, bi sedan kes ji bo piştevaniya bi berxwedana Rojava re meşiyan.

Li bajarên Barcelona û Lleîda yên Katalonyayê, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ,DAÎŞ û dewleta Tirk çalakî hatin lidarxistin.

BARCELONA

Li Barcelonayê ji aliyê saziya Kurdên Barcelona Berfin, komîteyên enternasiyonalistan yên Defend Rojava û Women Defend Rojava ve meşek hate lidarxistin. Nêzî hezar kes tevlî meşê bûn.

Di destpêkê meşê ve ji hêla jinan ve bi dirûşmeya “Em piştgiriya bi Kurdistanê re dihunînin” çalakiyek ya kezî honandinê pêk hat.

Meş li ber Konsolosxaneya Tirk ya li bajer sekinî û stranek dîrokî ya di wexta şerê Espanya ya li hemberî diktatoriya Franco bi gotina nûjen kirî li gorî rewşa a niha ya li Rojava pêk tê bi girseyî hat gotin. Di stranê de dihat diyar kirin ku "taxên Kobanê bi tenê nînin.” Di heman demê de li ber Konsolosxaneyê daxuyaniyek derbarê rola dewleta Tirk ya di van erîşan de hat xwendin û şermezar kirin.

Meş bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Rojava", "Kurdistan bi tenê nîne" û "Herbijî têkoşina gelê Kurd" bi zimanê Katalanî li navenda bajar berdewam kir. Meş li ber avahiya hikumeta Katalonya ya ku 2021ê an de Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriye bi fermî nas kir, bi dawî bû. Berî bi dawî bibe daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de dihat diyar kirin ku "parastina Rojava parastina heviyê ye, parastina Rojava parastina me hemûyan ye, emê carek, deh caran, sed caran, hezar caran ji bo parastina Rojava derkevin kolanan."

LLEDIYA

Li bajarê Lleida ya Katalonya jî bi pêşengtiya koma piştgiriya Kurdistanê li ber hikumeta eyaletê bi dehan dostên kurdan kom bûn. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Kurdistan bi tenê nîne" û "Ji Kobanê ber bi cihanê ve berxwedan jiyane" hatin hilgirtin û peyama piştevaniyê ji bo Rojava hate dayîn.