BI DÎMEN

Li Cenevreyê bi hezaran kes: Ji Mahabadê heta Qamişlo em yek vîn û yek deng in

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, bi hezaran Kurdistanî û enternasyonalîst ji bo protestokirina êrîşên HTŞ, DAIŞ û hêzên navneteweyî yên li ser Rojava, ji Place Girardinê heta Meydana Plainpalaisê meşiyan.

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kesî êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Di dema meşa ku ji Place Girardinê dest pê kir û heta Meydana Plainpalaisê dewam kir de, beşdaran her car sloganên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Mazlum Abdî şêr e” berz kirin. Di seranserê çalakiyê de atmosfereke bi coş û biryardar hebû û peyamên piştgiriya bi gelê Rojava re derketin pêş.

Piştî meşê, li Meydana Plainpalaisê daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar a saziyên Kurdistanî hat xwendin. Girseya gel ruhê yekîtî û berxwedanê bi xurtî nîşan da û hat destnîşankirin ku têkoşîna azadiyê ya li Rojava ne tenê ye.

Siyasetmedar Fatma Şik di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku divê peyamên kurt û zelal bidin û wiha got: “Bijî vîna gelê Kurd. Gelê Kurd bûye yek laş. Ji Amedê heta Hewlêrê, ji Silêmaniyê heta Qamişlo û ji Mahabadê heta îro; em hemû yek vîn û yek deng in. Ev ji bo me bes e. Heta çar parçeyên Kurdistanê bibin yek em ê bimeşin û em sînoran naxwazin.” Gotinên wê bi çepikên gur hatin pêşvazîkirin.

Teksta daxuyaniya hevpar a bi zimanê Fransî ji aliyê Helîn Saglam ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşên li ser Rojava ne tenê gelê Kurd, di heman demê de hêviya jiyana hevpar a gelên Rojhilata Navîn jî dike hedef. Bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku li hemberî êrîşan bêdeng nemînin û destkeftiyên demokratîk ên li Rojava biparêzin.

Axivêrên din ên ku di çalakiyê de mafê axaftinê girtin jî bal kişandin ser girîngiya yekîtî û bihevrebûnê; destnîşan kirin ku têkoşîna gelê Kurd a li çar parçeyan bi hişmendiya qeder û pêşeroja hevpar berdewam dike. Hat gotin ku berxwedana Rojava, berxwedana tevahiya Kurdistanê ye.

Çalakî bi dirûşme û çepikan, bi dubarekirina biryardariya mezinirina têkoşînê û piştgiriya bi gelê Rojava re bi dawî bû.