BI DÎMEN

Çalakiyên li Swêd û Swîsreyê didomin: Em ji bo Rojava ji her tiştî re amade ne

Li bajarên Swêd û Swîsreyê ji bi protestokirina êrîşên çeteyan ên li ser Rojava meş û mîtîng hatin lidarxistin. Girseyê peyama yekîtî û hevgirtina neteweyî da.

STOCKHOLM

Li paytexta Swêd Stockholmê îro şahidiya yek ji mezintirîn meş û mîtîngên salên dawî kir. Di xwepêşandana ku ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ’p li ser Rojava hate lidarxistin de bi hezaran Kurdistaniyên ji her çar beşên Kurdistanê yên li Swêdê dijîn anîn gel hev.

Mîtînga ku ji hêla Kurdistaniyan hate lidarxistin saet di 13:00’an de li Meydana Norra Bantorget dest pê kirç Ji her temenî, civakên Druz, Belûç û Elewî yên li Swêdê dijîn berşdarî xwepêşandanê  bûn.

Di axaftinên hunermendên Kurd û endamên NCDK de, êrîşên li ser Rojava bi tundî hatin şermezarkirin. Ciwanên Kurd di mîtîngê de ji ANF re axivîn û peyama "Em ji bo Rojava ji her tiştî re amade ne" dan.

Tevî sermayê jî, piştî mîtîngê zêdetirî deh hezar kes meşiyan. Meşa nêzîkî çar kîlometreyî berdewam kir û ji bo Rojhilatê Kurdistanê peyamên xurt hatin dayîn. Di daxuyaniyên hatine dayîn de ev jî hebû: "Tiştê ku li Kobanê bi serê Kurdan hat, li Kirmaşan û Îlamê jî diqewime. Ji aliyê rejîma Îranê ve qirkirinek eşkere tê kirin."

Di dema meşê de, gelek Swêdî ji bo piştgiriya çalakiyê çepikan dixistin. Di tevahiya çalakiyê de, ji bo gelek rêberên Kurd ji Mazlûm Ebdî bigire heta Mûrat Karayilan, ji Mesûd Barzanî bigire heta Bafil Talabanî, ji Selahattîn Demîrtaş bigire heta Îlham Ehmed dirûşm hatin berzkirin û bal kişandin ser yekîtiya neteweyî.

Meş li semta stermalm bi dawî bû. Nûnerên rêxistinên Kurd diyar kirin ku heta ku êrîşên li dijî Rojava û Rojhilat berdewam bikin, ew ê kolanan neterikînin.

GOTHEBORG

Li Goteborg a Swêdê bi beşdariya ji her çar parçeyên Kurdistanê, mîtîngek hevgirtinê ji bo Rojava hat lidarxistin. Mîtînga ku piraniya wan ciwan bûn bertek û hêrsa xwe ya li dijî êrîşên li ser Rojava nîşan dan.

Beşdaran tevî polîsan destûra fermî neda jî meşiyan û biryardariya xwe nîşan dan. Di mîtîngê de dirûşmeyên  "Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, "Bijî Şoreşa Rojava", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.

BELLINZONA

 

Li Bellinzona ya Swîsreyê, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên ku ji hêla dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwepêşandan hatin lidarxistin. Hejmareke mezin Kurd û Îtaliyan li ber Îstasyona Trenê ya Bellinzona kom bûn û bi dirûşmeyan êrîş protesto kirin.

Di xwepêşandanê de, dirûşmeyên "Terorîst Colanî", "Bijî YPG, Bijî YPJ", "Bijî Rojava, Bijî Kurdistan", "Bijî Rêber Apo", "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

Ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê parlamenter Dr. Peppe Savary axivî û got, "Hêzên emperyalîst, ji vê sîstemê ditirsin, bi rêya çeteyên barbar êrîşî Rojava dikin. Çawa ku me di demên berê de mil bi mil ji bo Kobaêp têkoşiyan, em ê îro jî hevgirtina xwe xurt bikin."

Di daxuyaniyan de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku li dijî bermahiyên DAIŞ, HTŞ’ê helwestek zelal bigirin û li hember êrîşan bêdeng nemînin.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.