EWROPA
Hemû Nûçe
-
KCDK-E’yê banga avakirina tora berxwedanê ya gerdûnî li Kurdan kir
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) diyar kir ku ew ê li dijî êrîşên li ser Rojava kolanan neterikînin û bang li tevahiya gelê Kurd kir ku toreke berxwedanê ya gerdûnî ava bikin. -
KNK: Parastina Rojava, parastina tevahiya Kurdistanê ye
Di demekê de ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên HTŞ û DAIŞ’ê yên li ser Rojava berdewam dikin, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bang li hemû nûnerên partiyên siyasî û saziyên li Belçîkayê kir ku bi lezgînî bicivin. -
Êrîşên li ser Rojava li Den Haagê hatin protestokirin
Li Den Haagê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk û HTŞ’ê yên li ser Kurdan, çalakiya protestoyî hate lidarxistin. -
Parlamenterên Îngilîstanê ji bo Rojava ketin tevgerê
Li Îngilîstanê 11 parlamenterên ku kesên wekî Jeremy Corbyn, Kate Osborne, John Mcdonnel, Carla Denyer jî di nav de ne, êrîşên li ser gelê Kurd û qeyrana mirovî ya kûr dibe, di Parlamentoya Keyaniya Yekbûyî de anîn ziman. -
Fransa: Em di ferqa deyna xwe ya li hember Kurdan in
Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Fransayê got, “Em dev ji Kurdên li Sûriyeyê bernadin” û da zanîn ku ew di ferqa deyna xwe ya li hember Kurdan in. -
Amerîkaya Latîn ji bo Rojava banga piştgiriya navneteweyî kir
Tevgerên civakî û kolektîfên jinan ên li Şîle, Kolombiya û Meksîkayê, li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyên piştgiriyê weşandin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin. -
Li Êrîvanê êrîşên li ser Rojava hatin şermezar kirin
Li paytexta Ermenistanê Êrîvanê, Kurdistanî û gelê Ermenî li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê meşiyan û hevgirtina xwe ya bi Rojava re dubare kirin. -
Ji Koma Dostaniya Kurd a PE'yê çalakiya ji bo Rojava
Koma Dostaniya Kurd a li Parlamenta Ewropayê (PE) ji bo balê bikişîne ser êrişên li ser Rojava li avahiya Parlamenta Ewropayê ya li Strasbourgê çalakiyeke bi dîmen lidar xist. -
Lagnander û Miley ji bo Rojava banga hevgirtinê kirin
Parêzera Mafên Mirovan a Navneteweyî Lotta Lagnander û Prof. Jeff Miley, bal kişandin ser êrîşên li dijî Rojava û Kobanê û peyama hevgirtinê ya bi gelê Kurd re dan. -
Li Helsinkiyê çalakiyên piştgiriya ji bo Rojava berdewam dikin
Kurdistaniyên li paytextê Fînlandiya Helsînkiyê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava dubare daketin qadan û êrîşên dagirkerî û komkujiyê protesto kirin. -
Li Munsterê bi hezaran Kurd ber bi avahiya NATO’yê meşiyan
Li bajarê Munsterê yê Elmanyayê bi hezaran Kurdistanî ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava daketin qadan. -
EFFP: Êrîşên li ser Rojava ji bo mirovahiyê gefeke mezin e
Forûma Azadî û Aşitiyê ya Ewropayê (EFFP) diyar kir ku êrîşên li ser Rojava ên berdewam dikin bes ne gelê Kurd di heman demê de Ewropa û Rojhilata Navîn jî bi xeteriya nearamiyeke mezin re rû bi rû dihêle. -
Parlamenterê Fransî Thomas Portes: Divê Macron KENY’yê ji bo civîneke lezgîn bang bike
Parlamenterê Fransî Thomas Portes, li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşan da û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron vexwend ku Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi lez bo gazî civîneke lezgîn bike. -
Karavana gelan diçe Rojava
Ji bo piştgiriya bi Şoreşa Rojava re Karavana Gelan (People's Caravan) RiseUp4Rojava wê biçe Rojava. -
Ji Nûnerên diaspora Kurdî ya Moskovayê daxuyanî
Nûnerên diaspora Kurdî ya Moskovayê bi daxuyaniyek êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê şermazer kirin û diyarkirin ku ev êrîşên tên kirin dilê hemû Kurdan dişewitîne. -
Êrîşên li ser Rojava li Romayê hatin şermezarkirin
Êrîşên HTŞ û çeteyên piştgiriyê ji dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava, li paytexta Îtalya Romayê bi du çalakiyên cuda hatin protestokirin. -
Li Hannoverê li dijî êrîşên li ser Rojava masaya krîzê hate avakirin
Bi pêşengiya FED-DEM’ê li Hannoverê, bi beşdariya meclîs û saziyên girêdayî federasyonê, masaya krîzê ya lezgîn hate avakirin. Di civînê de hate gotin ku “êrîşên qetlîamê sûcê şer in” û biryarên têkildarî înîsiyatîfên dîplomatîk û çalakiyên girseyî hatin -
Endamên Parlamentoya Ewropayê: Em li gel gelê Kurd in
Parlamenterên endamên Parlamentoya Ewropayê yên ji komên cuda-cuda, li dijî êrîşên çeteyên girêdayî Hikûmeta Sûriyeya Demkî ya ku dewleta Tirk piştgirî dide wan êrîşî Rojava dikin, peyamên piştgiriyê dan. -
Ji Senatoya Fransayê hişyariya Rojava: Kurdên Sûriyê ji qederê xwe re tê terikandin
Di Senatoya Fransayê de, parlementerê Partiya Sosyalîst û serokê koma "Paris en commun" a Şaredariya Parîsê Rémi Féraud, bal kişand ser êrîşên li ser Kurdên Sûriyê û bang li hikûmeta Fransayê kir. -
Kurdistanî ji Dublinê heta Norwichê li ser piyan e
Bi hezaran Kurdistanî ji bo protestokirina êrîşên çeteyên DAÎŞ-HTŞ-Tirkiyê yên li ser Rojava li Îngilistan, Îrlanda û Walesê daketin kolanan û peyama "Em ê Rojava biparêzin" dan. -
Her bajarê Swîsreyê bû qada çalakiyê: Berxwedan divê were mezinkirin!
Li bajarên cuda yên Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan derketin qadan, êrîşên dagirkeriyê yên çeteyan protesto kirin û berxwedana Rojava silav kirin. Çalakvanan li her qadê bang li mezinkirina berxwedanê kirin. -
Li Davosa ku Colanî hatibû vexwendin yek deng olan da: Bijî Berxwedana Rojava!
Li Davosê forumek hebû, li kolanan jî berxwedan hebû. Li bajarê ku Colanî ji bo WEF’ê wekî axaftvan hatibû vexwendin, Kurdistanî û dostên wan peyama "Bijî Berxwedana Rojava!" dan. Her wiha Colanî bernameya xwe ya WEF’ê betal kir. -
Kurd li Fransayê ji bo Rojava qadan bernadin
Li Fransayê di çalakiyan de êrîşên HTŞ, DAÎŞ û çeteyên bi vî rengî yên li ser Rojava hatin protestokirin. Di çalakiyan de li hember bêdengiya civaka navneteweyî nerazîbûn hate nîşandan û banga mudaxaleyeke lezgîn hate kirin. -
Li Ewropa û Qefqasyayê çalakiyên piştevaniyê ji bo Rojava dewam dikin
Li bajarê Graz ê Awusturyayê û Adiqeyê bi çalakî û daxuyaniyan êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin. Girseyên ku daketin qadan, bêdengiya hêzên navneteweyî û êrîşên çeteyên HTŞ û Tirkiyeyê şermezarkirin. -
Li Elmanyayê bi deh hezaran kes daketin qadan: Terorîzma Tirk-HTŞ’ê têk biçe!
Li navendên Elmanyayê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Bi deh hezaran kes beşdarî çalakiyan bûn û peyama "Terorîzma Tirk-HTŞ’ê têk biçe!”dan.