Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Londonê 2 şaredar ji bo 'Rojava' ketin nava tevgerê

Li Londonê 2 şaredar bêdengiya navneteweyî ya li ser êrîşên li ser Rojava rexne kirin û banga berdewamkirina çalakî û berxwedanê kirin.

Yek ji şaredariyên herî girîng ên Londonê Şaredariya Hackneyê ku şaredarê wê Peray Ahmet ê rewşenbîrê Tirk ê ji Qibrisê ye derbarê êrîşên li ser gelê Kurd ji Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper re nameyek fermî nivîsand. Peray Ahmet nameya ku bi endama Kabîneya ji Civakan Berpirsyar e re nivîsandiye, daxwaza parastina civaka Kurd, şermezarkirina eşkere ya binpêkirinên mafên mirovan û avakirina mekanîzmayên parastinê yên navneteweyî ji bo sivîlan kir.

Peray Ahmet di nameyê de destnîşan kir ku gelê Kurd di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de li eniya pêş bû û bi bîr xist ku bi deh hezaran Kurd di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane û îro heman gel careke din dibin hedef. Peray Ahmet diyar kir ku bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî gelê Kurd ku berdên giran dane, nayê qebûlkirin.

Peray Ahmet bi bîr xist ku Haringey a Birîtanyayê duyemîn mezintirîn nifûsa Kurd lê ye û fikara kûr a Kurdan li ser tiştên ku diqewimin anî ziman.

Peray Ahmet ji Wezaretê xwest ku nasnameya Kurd biparêze, binpêkirinên mafên mirovan bi eşkere şermezar bike û mekanîzmayên parastina navneteweyî ji bo sivîlan çalak bike. Di dawiya nameyê berpirsyariya dîrokî û siyasî ya Brîtanyayê ya di pêkanîna aştiyek mayînde li Sûriyeyê de heye û destnîşan kir ku aştî bi parastina mafên kêmneteweyan û bi pergalek li ser bingeha rêveberiya demokratîk a herêmî pêkan e.

ŞAREDARÊ ENFIELD ERBÎL: EM Ê LI BER XWE BIDIN

Şaredarê Enfield ê Londonê Ergîn Erbil got, "Em pir baş dizanin ku em li Rojava bi tarîtiyeke çawa re rû bi rû ne."

Ergîn Erbil wiha domand: "DAÎŞ, HTŞ. Dibe ku navên wan biguherin, lê rastî wekî xwe dimîne. Îdeolojiya wan yek e. Zilma wan yeke. Hovîtiya ku dikin yek e. Berxwedana me ya li dijî vê yekê divê bi heman biryardariyê berdewam bike. Em ê berxwedanê berdewam bikin. Hebûna me bi xwe berxwedanek e."

Erbîl anî ziman ku ji Kurdbûna xwe serbilind e û wiha pê de çû: "Em ne tenê li vir, li Londonê; li ku derê cîhanê dibe bila bibe em ji bo ewlehî, rûmet û edaleta ku Kurd jê bêpar hatine hiştin, têdikoşin. Em ji hemû hevrê û dostên xwe yên li hember neheqiyê bêdeng namînin minetdar in.”

Erbîl destnîşan kir ku ji bo gavên şênber bên avêti ew ê ew zextê li wezîran bikin û got, “Ji bo li dijî zilm û tundiya ku ji hêla hêzên cîhadîst ên wekî DAÎŞ û HTŞ ve tê kirin  gavên şênber bên avêtim em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tenê gotin têrê nakin. Hewceyî bi parastina gelê me, hesabpirsîn û zexta rastîn a navneteweyî heye."

EM DOSTÊN HEV IN

Şaredar Erbîl gotina "Ji bilî çiyayan, dostên Kurdan nînin" bi bîr xist û got: “Lê îro em dizanin ku rastiyek din heye: Em hevalên hev in. Û bi hev re, em ê ji bo azadî, ji bo aştî û ji bo edaletê şer bikin."

PARTIYA KARKERAN A ENFIELDÊ: HEVGIRTINA ME YA BI GELÊ KURD RE BERDEWAM DIKE

Partiya Karkeran (Labour) ku li desthilatdariyê ye daxuyaniyek weşand û hevgirtina xwe bi civaka Kurd ên li Rojava û li çaraliyê cîhanê re ragihand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber tundiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir xemgîn in û ev tişt hatin gotin: "Her çiqasî DAÎŞ û HTŞ navên xwe guhertine jî, îdeolojiya wan û hovîtiya ku ew dikin wekî xwe dimîne. Mafê ewlehî, rûmet û edaletê yên gelê Kurd û kêmneteweyên din hene. Ji ber vê yekê, wekî Partiya Karkeran em ne tenê bi gotinan, bi gavên şênber van daxwazan diparêzin: parastina sivîlan, hesabpirsîna ji bo binpêkirinên mafên mirovan, kêmkirina aloziyan û dabînkirina alîkariya mirovî. Em piştgiriyê didin banga hikûmetê ya ji bo parastina agirbestê û misogerkirina mafên kêmneteweyan. Me fikarên xwe bi rayedarên hikûmetê re parve kirine û em ê berdewam bikin. Hevgirtina me bi gelê Kurd re berdewam dike."