Şandeyek ku ji parlamentera Partiya Karker Feryal Clark Demîrcî û şaredaran pêk dihat, ji bo Rojava bi Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper û Wezîrê Rojhilata Navîn Hamish Falconer re civiyan
Di civîna ku li Londonê pêk hat de, parlamentera Partiya Karker Feryal Clark Demîrcî, Şaredarê Enfieldê Ergîn Erbîl, Şaredarê Hackneyê Peray Ahmet û berdevkê Kurds for Labour Sarbaz Barznij beşdar bûn. Demîrcî piştî civînek li Wezareta Karên Derve, diyar kir ku ji Wezîr Cooper û Falconer re ragihandine ku gelê Kurd ê ku li Sûriyeyê bi wêrekî li dijî DAÎŞ’ê şer kiriye, her ku diçe xwe "terikandî" hîs dike.
Demîrcî diyar kir ku wan raporên wehîm û tirsnak ên êrîş û hovîtiya ji qadê jî anîne ziman û Wezîr Cooper biryardariya xwe ya ji bo derketina ji krîzê anî ziman. Demîrcî destnîşan kir ku Cooper soz da ku bi wê re di têkiliyek nêzîk de bimîne û fikarên wê rasterast veguhezînei xebatên dîplomatîk û got, "Di vê serdema ku bêaramî zêde bûye de, pêdivî bi şênberkirina gotin û gavên mayînde heye.”
Demîrcî anî ziman ku ew ê ji bo parastina qanûna navneteweyî, hesabpirsîna rastîn û ji bo pêşîgirtina li sivîlan bi taybetî civakên Kurd ên bêparastin û kêmneteweyên din ew ê zextên xwe bidomînin.
Feryal Clark Demîrcî di rûniştina Pirsên Serokwezîr ên (PMQ) de êrîşên li ser Rojava jî anî rojevê. Demîrcî bal kişand ser zêdebûna tundiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Krîzên mirovî derdikevin holê û Kobanê careke din di bin dorpêçê de ye. Civakên Kurd ên ku ji bo têkbirina DAİŞ’ê şer dikin, hîs dikin ku ji hêla hevalbendên xwe yên Rojavayî ve hatine terikandin."
Clark di pirsên ji Serokwezîr û hikûmetê re kirin de; misogerkirina peymana Adara 2025’an, parastina sivîlên Kurd, agirbestek lezgîn û watedar were teşwîqkirin, ji bo Kobanê korîdorek mirovî were vekirin û piştgirî ji statuya destûrî ya herêma Kurdan re were dayîn.
Di daxuyaniyên li ser navê hikûmetê hatin dayin de hat destnîşankirin ku pêşketinên li Sûriyeyê rê li ber fikarên kûr vedike û hewldanên dîplomatîk ên ji bo parastina sivîlan û misogerkirina gihîştina alîkariya mirovî berdewam dikin. Hat destnîşankirin ku Wezîra Karên Derve, di hevdîtina vê hefteyê ya bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re kirî tekezî li ser girîngiya parastina mafên civaka Kurd kir.
Di vê çarçoveyê de, hat diyarkirin ku têkiliyên dîplomatîk ên siyasetmedar û saziyên Kurd berdewam dikin. Li Parlamentoya Brîtanyayê bi beşdariya parlamenterên Partiya Karker John McDonnell, Richard Burgon, Liam Byrne, û Kate Osborne; nûnerê QSD’ê yê Brîtanyayê Mohammed Mustafa, ji Kurdish Progressê Îbrahîm Doguş, ji Koma Dîplomasiya Kurd Nejla Ari û berdevkê Kurds for Labour Sarbaz Barznij rêzecivîn hatin lidarxistin.
Di civînan de biryar hat dayîn ku zexta dîplomatîk li ser Parlamento û hikûmetê were zêdekirin da ku li dijî êrîşên li ser Rojava gavên şênber bavêjin. Bi taybetî krîza mirovî ya ji ber êrîş û dorpêça li ser Kobanê derketiye holê hat nîqaşkirin û hat gotin ku wê hewl bê dayîn ku alîkariya mirovî ji herêmê re were şandin. Her wiha hat ragihandin ku ji bo li ser Rojava li parlamentoyê rûniştineke taybet were lidarxistin wê xebatên xwe bidomînin.