Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Li Halle, li dijî çalakiya Rojava êrîşekî provokatîf hat kirin

Kurdistaniyên ku li bajarê Halle (Saale) yê Elmanyayê êrîşên li ser Rojava protesto kirin, rastî êrîşa komekî alîgirê Colanî hatin. Çalakvanan bertek nîşanî polîsên ku mudaxileyê êrîşkaran nekirin, dan.

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê jiyan dikin, bi rojan in li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ-HTŞ’ê çalakiyên protestoyî li dar dixin. Ev çalakiyên ku li gelek bajarên Ewropayê tên lidarxistin, car bi car rastî êrîşên komên provokatîf tên.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Halle (Saale) yê Elmanyayê jiyan dikin, protestoyên xwe yên li dijî êrîşên li ser Rojava ji roja ewil heta niha didomînin. Çalakvanên ku îro di saet 16:00’an de li Marktplatzê li hev civiyan, dema ku êrîşên li ser Rojava protesto dikirin, rastî êrîşê komeke alîgirê Colanî hatin.

Her wiha jineke Kurd diyar kir ku dema duh bi şev diçû qada çalakiyê di tramvayê de rastî êrîşê hatiye û got ku êrîşkar destpêkê heqeretan kiriye û dema ku ew xwestiiye vê rewşê bi telefona xwe tomar bike, rastî êrîşa fîzîkî jî hatiye. Jin, anî ser ziman ku ciwanê alîgirê Colanî, bi pixînan êrîşê wê kiriye û bi mudaxeleya kesên derdor rawestiyaye.

Çalakvana ku rastî êrîşê hat, giliyê sûcê kir.