Li Bielefeld û Martignyê çalakiya protestoyî ji bo Rojava
Li Elmanya û Swîsreyê bi sedan kes êrîşên HTŞ û dewleta Tirk li ser Rojava protestokirin û banga piştevaniyê li raya giştî ya navneteweyî kirin.
Li Elmanya û Swîsreyê bi sedan kes êrîşên HTŞ û dewleta Tirk li ser Rojava protestokirin û banga piştevaniyê li raya giştî ya navneteweyî kirin.
Kurdistanî û dostên wan, li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hauptbahhofê li hev civiyan û ber bi Platz (Kesselbrink) ve meşiyan.
Xwendekarên Kurdistanî ya Bielefeldê (KDS), bal kişandin ser binçavkirina ciwanên enternasyonalîst ku ji Ewropayê ji bo piştevaniyê ber bi Rojava ve diçûn, li Mêrdînê hatin binçavkirin. Di daxuyaniya KDS’ê de wiha hate gotin, “Li Kobanê bi sed hezaran kes, di bin dorpêçê de ne, av, kehrebe û xizmetên tenduristiyê hatiye qutkirin. Yên ku dihêlin ev êrîş bêne dîtin, tên hedef girtin. Nabe ku berxwedana me were binçavkirin û dengê me were hepskirin.”
Di tevahiya çalakiyê de, dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Terorîst Colanî, Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” hatin berzkirin.
MARTIGNY
Li kantona Valais ê Swîsreyê, Kurdistanî û dostên wan ên bi pêşengiya Înîsiyatîfa Jinan a Leyla Qasim, li pêşiya stastona trenê ya Martigny li hev civiyian, êrîşên nemirovane ya li ser Rojava protestokirin.
Nesimi Guzel ku di çalakiyê de axivî û diyar kir ku meş û protestoyên ku li seranserê Ewropayê dewam dikin, bandorek wê ya diyarker li ser raya giştî heye. Guzel got, “Îro şerê hebûn û nebûnê li me tê ferzkirin. Hêzên emperyalîst desteserkirina pêşeroja gelê Kurd hedef dikin û vê yekê bi taybet li ser Rojava dikin. Li ser Rojava ne tenê herêmek tê hedefgirtin, di heman demê de pêşeroja gelê Kurd tê hedef girtin.”