Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Ji rêxistinên hiqûqî bang: Êrîşan rawestînin, bila statuya Rojava were naskirin

Kesayet û rêxistin hiqûqî yên navneteweyî banga rawestandina êrîşên li ser Rojava û naskirina statuya Rojava kirin.

Di demeke ku êrîşên çeteyên HTŞ û dewleta Tirk li ser Rojava berdewam dikin û dorpêça li ser Kobanê didome de rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî banga rawestandina êrîşên li ser Rojava û naskirina statuya wê kirin.

Ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Komîteya Mafên Mirovan a NY, Komîteya Dijî Êşkenceyê, Serokatiya Konseya Ewropayê, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan û rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî re ev bang hat kirin:

- Divê êrîşa leşkerî ya li ser Rojava tavilê raweste.

- Divê statuya hiqûqî û siyasî ya Rojava li gorî qanûnên navneteweyî were naskirin û parastin.

Îmzevanan gotin, “Em bang li saziyên navneteweyî yên têkildar dikin ku ji bo bicihanîna berpirsiyariyên xwe yên hiqûqî tavilê têkevin nava tevgerê.”

Bangewaziya ku ji hêla MAF-DAD’ê ve bi çapemeniyê re hatiye parvekirin, rêxistinên îmze kirine ev in:

Asociación Venezolana de Juristas

CRED/GILI ( Center of Elaboration and Research on Democracy/ Group of İnternational Legal Intervention)

Cyprus Democratic Lawyers Association

Defend International Law

ELDH(European Association of Lawyers for Democracy & World Human Rights)

Giuristi Democratici – Italia

IACTA COOPERATIVA DE ABOGADAS

Italian Democratic Lawyers

MAF-DAD e.V. (Association for Democracy and International Law)

Permanent Peoples' Tribunal

Red Jurídica S. Coop. Mad.

Her wiha daxuyaniya bangewaziyê ji îmzeyên takekesî re jî hat vekirin û ji hêla zêdetirî 100 parêzvanên mafên mirovan ve hatiye îmzekirin.