Komên enternasyonalîstên Elman, li bajarê Hannover ê Elmanyayê, bi armanca piştevaniya çalakvanên People’s Caravan (Karawana Gelan) dema ber bi Rojava ve diçûn li Tirkiyeyê hatin binçavkirin, li pêşiya Konsolosxaneyê çalakiya protestoyî li dar xistin.
Di çalakiyê de êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin û banga demildest berdana çalakvanên ku li Tirkiyeyê hatin binçavkirin, hate kirin. Beşdaran bertek nîşanî krîmînalîzekirina piştevaniya bi Roajva re dan.
Di tevahiya protestoyê de dirûşmeya, “Piştevaniya bi Rojava re ne sûc e” derket pêş û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku zextê li Tirkiyeyê bikin. Çalakvanan destnîşankirin ku piştevaniya bi têkoşîna gelên li Rojava, berpirsyariya mirovî û rewa ye.