Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Her çi dibe bila bibe werin em Rojava biparêzin!

Rewşenbîr, bîrewer, akademîsyen, nivîskar, hunermend û siyasetmedar li hemberî êrîşên li ser Rojava piştgiriyê nîşan didin. Di daxuyaniyan de peyama; ‘’Her çi dibe bila bibe werin em Rojava biparêzin’’ hate dayîn.

Piştevaniya li hemberî êrîşên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava her ku diçe mezintir dibe.

Civaknas û profesorê lêkolînên zayenda civakî yê Zanîngeha 8’emîn Vincennes a Parîsê û navenda lêkolînê ya SOPHIAPOL’ê Eric Fassin got: ‘’Zexta li ser Kurdan yan jî şerê li dijî wan bes têkildarî gelê Kurd nîne. Şerekî li hemberî hêviyên demokratîk e. Ji ber wê yekê bi qasî Fransayê me hemûyan eleqedar dike. Ji ver vê yekê jî divê em li rex Kurdan bin.

Ueli Mader ê civaknas û prpfesorê ji Swîsreyê yê ji Zanîngeha Baselê teqawid bûye ev yek anîn ziman: ‘’Hêzên mezin dubare berê xwe didin qanûnên bihêzan. Li şûna parastina hiqûqa navneteweyî bi xwe vê hiqûqê binpê dikin. careke din gelê Kurd dibe mexdûrê vê yekê. Bo nimûne, Rojava. Hiqûqa navneteweyî, ji bo parastina welatiyên sivîl û birêxistinbûna cewherî ya demokratîk e.’’

Weşanger û aktîvîstê siyasî yê ji Kanadayê Dimitros Roussopoulos got: ‘’Divê Rojava û Chiapas, li hemberî hêzên paşverû bi biryardarî were parastin. Her çi dibe bila bibe parastina Rojava bikin!’’

Profesorê Akademiya Huner û Sêwiranê ya Bergena Norwecê Thomas Kilpper jî ev yek anîn ziman: ‘’Ez gelekî ji êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikar û aciz im. Bi taybetî jî bêdengiya welatên endamê NATO’yê nayê qebûlkirin. Ez daxwaza azadiya gelên li herêmên Kurdan dijîn, dikim û dixwazim tavilê şer û pevçûn bi dawî bibin.’’

Nîvîskar û aktîvîsta ji Îngilistanê Rahila Gupta got: ‘’Ez bi endîşeyeke mezin êrîşên Hikûmeta Demkî û çeteyên girêdayî DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd dişopînin. Hedefgirtina azadiya jinan û projeyên demokratîk vê endîşeyê zêdetir dike. Ez banga piştgiriya ji bo gelê Kurd û têkoşîna wan dikim. Têkoşîna wan di heman demê de têkoşîneke hevpar e. Werin em piştevaniya gelê Kurd bikin.’’

Hevserokê Partiya Çepgiran a Elmanyayê (Die Linke) Dr. Jan van Aken ev yek anîn ziman: ‘’Hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê  îro gefan li Rojava dixwe. Xweseriya demokratîk û projeya konfederalîzmê, ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn a demokratîk yek ji hêviya herî mezin e. Em piştgiriyê didin Rêveberiya Xwser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelê Rojava. Kesên ku bi awayekî cidî li nêzî demokrasî û mafên mirovan dibin, divê  li hemberî mijara Rojava bêdeng bimînin.’’

Serokê Koma Çalakiya Mafên Mirovan Ên Kudan a Efrîqaya Başûr, hiqûqnas, akademîsyen û mafparêz Mahmoud Patel jî got: ‘’Rewşa li Kobanê gelekî girîng e. Bajêr a niha li aliyekî ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve û li aliyekî ve jî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatiye dorpêçkirin. Ev heft roj in av, ceyran û pêdiviyên sereke nînin. DYE, destketiyên gelekî yên ku bi têkoşîna xwe bi dest xistine ji bo berjewendiyên xwe îstîsmar dike. Kiryarên dewleta Tirk û hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê, binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî ne. Rojava, bes Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îran rizgar nekirine di heman demê de cîhan jî rizgar kiriye. Divê embi hemû awayan piştevaniya bînin ziman û ji bo cîhaneke baştir û mirovîtir divê em bi biryarî li rex Rojava û gelê wê bin.’’

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka