Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Di Nobeta Azadiyê ya li Cenevreyê de êrîş hatin protestokirin

Kurd û dostên wan, di çarçoveya konvedanê ya Nobeta Azadiyê ku li pêşiya Ofîsa NY’ê ya Cenevreyê tê lidarxistin de, êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin. Di çalakiyê de dosya radestî Komîseriya Mafên Mirovan hate kirin.

Çalakiya Nobeta Azadiyê ku ji bo azadiya Rêber Apo di 25’ê Çileya 2021’an de destpê kir û her roja Çarşemê dewam dike, 5 sal li pey xwe hişt. Kurd û dostên wan ên ku di vê çarçoveyê de li pêşiya ofîsa NY’ê ya li Cenevreyê li hev civiyan, bertek nîşanî êrîşên çeteyan ên li ser Rojava dan.

Di protestoya ku li pêşiya ofîsa NY’ê ya li qada  Nationsê hate lidarxistin de pankartên, “Rojava xeta min a sor e”, “2+2=1 Kurdistan yek welat e” ve “3 kêm 10 deqe bijî berxwedan Rojava” û alên YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin. Di çalakiya ku dirûşmeyên bi Kurdî, Tirkî û Fransî hatin berzkirin de, dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” û “Terorîst Erdogan û Colanî” hatin berzkirin. Çalakî bi sirûda “Ey Reqîp” bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir.

Di axaftinan de êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Şaredarê berê yê Cenevreyê Remy Paganî wiha got, “Ez her tim dostê Kurdan im. Ez her tim bi we re me. Ez çûm Kurdistanê. Dilê min bi we re ye.”

Kardo Sarbaz ku li ser navê Kurdistaniyan axivî, êrîşên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser Rojava şermezar kir. Nûmerê Partiya Kes a Liberal Yves Heren jî bal kişand ser têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê û bang li hemû beşdaran kir ku piştgirî bidin têkoşîna Kurdan.

Li ser navê Navenda Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Fatma Şik jî mafê axaftinê girt û bal kişand ser êrîşên li ser Rojava.

Girseyê piştî axaftinan, tevî dirûşmeyan ber bi Komîseriya Mafên Mirovan ve meşiyan û dosyaya ku li ser êrîşên li ser Rojava hatibû amadekirin, radestî komîsyonê hate kirin.

Şandeya ku hevdîtinê pêk anî, diyar kir ku civîn bi erênî derbas bûye û wê di demê pêş de ji bo çûyîna şandeyê li NY’ê xebatê bikin.