EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ji derdorên enternasyonal ji bo Rojava çalakî: Li her derê berxwedanê mezin bikin
Li Almanya, Avusturya, Îtalya, Spanya û başûrê Amerîkayê ciwanên enternasyonalîst û rêxistinên civakî li dijî êrîşên li ser şoreşa Rojava çalakî lidar xistin û peyamên piştgiriyê dan. -
Îro jî li Elmanyayê bi hezaran kes ji bo piştgiriya Rojava daketin qadan
Li bajarên Elmanyayê bi hezaran kes bi meş û mîtîngan êrîşên li ser Rojava protesto kirin, hevgirtina xwe bi berxwedana gel re anîn ziman û bang li gelên Ewropayê kirin ku hevgirtinê nîşan bidin. -
Li Innsbruck û Grazê çalakiyên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bê navber didomin
Kurdên li bajarê Innsbruckê yê Awistiryayê dijîn û dostên wan ji bo protestokirina êrişên li ser Rojava û xwedîderketina li berxwedanê ji 10’ê rêbendanê ve mîtîng û meşan li dar dixin. -
Li Freiburgê Karwana Rojava bi coş hate pêşwazîkirin
Kurdistanî û dostên wan li Freiburgê, ji bo piştevaniya bi Rojava re meşiyan. Karwana ku ji bo Rojava bi rê ket jî, li bajêr bi kulîlk û coşeke mezin hate pêşwazîkirin. -
Li Fransayê ji bo Rojavayê Kurdistanê çalakiyên girseyî
Li bajarên Reims û Nantes ên Fransayê, Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrişên DAIŞ, HTŞ û Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi beşdariya hezaran kesan çalakî li dar xistin. -
Ciwanên Kurd li Atinayê ji bo Rojava bi meşaleyan meşiyan
Ciwanên Kurd ên ku li Atinayê li dijî dorpêç û gefa komkujiyê ya li ser Rojava daketin qadan, tevî meşale û fîşekên hewayî ber bi parlamentoyê ve meşiyan û peyamên piştevaniyê ji bo berxwedana Rojava dan. -
Ciwanên enternasyonalît ên ji bo Rojava bi rê ketin, gihîştin Leipzigê
Piştî çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropayê jî ciwanên enternasyonalît ji bo piştevaniya bi Rojava re bi rê ketin. Ciwanên ku li Berlînê bi rê ketin, gihîştin Leipzigê. -
Kurdistanî li Rochefortê qadan vala nehiştin
Li bajarê Rochefort ê Fransayê bi hezaran kes di roja çaremîna a çalakiya li dijî êrîşên li ser Rojava de, kolanan neterikandin. -
Ji Valencia, Durango û Aragonê piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê
Li bajarên Valencia û Durango yên Spanyayê, bi sedan kes û rêveberiyên herêmî li dijî êrişên li ser herêmên Kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî nîşan dan. Bi protesto û daxuyaniyên fermî bal kişandin ser krîza mirovî. -
Swîsre: Divê agirest were parastin û rêz li hiqûqa mirovî were girtin!
Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê ku têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava daxuyanî da, diyar kir ku ew ji rewşa mirovî ya li herêmê bi fikar in û bang li hemû aliyan kir ku rêzê li hiqûqa mirovî ya navneteweyî bigrin. -
Li Elmanyayê îro jî bi hezaran kes ji bo piştgiriya Rojava li kolanan bûn
Li bajarên Elmanyayê bi hezaran kes ji bo nerazîbûna li dijî êrişên li ser Rojava û ji bo xurtkirina piştevaniya bi berxwedana gel re meş û mîtîng li dar xistin; bang li gelên Ewropayê kirin ku piştgiriyê bidin. -
Kurdistanî li Bernê ji bo Rojava û Rojhilat daketin qadan
Kurdistaniyan li bajarê Bern ê Swîsreyê, ji bo protestokirina êrîşên rejîma Îranê û çeteyan li Sûriyeyê li ser Kurdan li hev civiyan. -
Li Londonê bi hezaran Kurdistanî li ber Balyozxaneya DYA'yê ne: Şerm bikin!
Li dijî êrişên li ser Rojava, bi hezaran Kurdistanî li ber avahiya Balyozxaneya DYA'yê hatin cem hev û ji DYA'ya ku rê li ber êrişên çeteyên DAIŞ-HTŞ’ê vekir re qîriyan: "Şerm bikin!" -
KNK’ê ji bo Selîm Sadak peyama sersaxiyê da
Konseya Rêvebir ya KNK’ê ji ber wefata endamê KNK’ê Selîm Sadak peyama sersaxiyê da û wiha got, “Em ê li ser şopa te bimeşîn û wesyetê te pêk bînin.” -
TJK-E’yê banga 24’ê Çileyê kir: Em ê tu carî dest ji Rojavayê Kurdistanê bernedin
TJK-E’ê li dijî êrişên qirkirinê yên li ser Rojava bang kir ku her kes beşdarî meşên navendî bibe ku wê 24’ê Çileyê li hemû navendên Ewropayê werin lidarxistin û got: “Werin em biqîrîn bibêjin ku em dengê Rojava ne û em ê tu carî dest ji Rojava bernedin. -
Li Kolombiyayê ji bo parastina Rojava çalakî dest pê dikin
Li ser bangewaziya seferberiyê ya ji bo parastina Şoreşa Rojava, gelên Amerîkaya Latîn li gelek bajar û herêmên cuda yên parzemînê ji bo rêxistinkirina çalakiyên cuda xwe amade dikin. -
Piştevaniya ji Ewropayê mezin dibe: Karavana 2'yemîn bi rê ket
Karavana Duyemîn ku ji bo mezinkirina piştevaniya navneteweyî ya li dijî êrişên li ser Rojava hate avakirin, ji Darmstadtê ber bi Frankfurtê ve bi rê ket. -
Selîm Sadak jiyana xwe ji dest da
Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak, di nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin de jiyana xwe ji dest da. -
Li Strasbourgê çalakiya piştevaniyê ji bo Rojava: Şerê li dijî Kurdan birawestîn!
Li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi armanca piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li Qada Kleberê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de bang li raya giştî hate kirin ku li dijî êrîşan bêdeng nemînin. -
Nobeta li pêşiya Parlamentoya Swîsreyê di roja 5’an de ye
Kurd û dostên wan ên li ber Parlamentoya Swîsreyê çalakiya nobetê dimeşînin, diyar kirin ku heta êrîş bi dawî bibin ew ê çalakiyên xwe bidomînin û daxwaza statuyê ji bo Rojava xwestin. -
Li Krasnodarê daxuyaniya ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava
Kurdên li herêma Krasnodar a Rûsyayê bi daxuyaniyekê piştgirî dan berxwedana Rojava. -
Parlamenterê Katalan: Em ê nebin şirîkê sûcê paqijiya etnîkî ya li dijî Kurdan!
Ji partiya Junts per Catalunya ya alîgirê serxwebûnê parlamenter Francesc de Dalmases i Thio anî ziman ku li dijî Kurdan paqijiya etnîkî tê kirin û got, "Ne weke Katalan ne jî weke Ewropiyan em ê nebin şirîkê vî sûcê paqijiya etnîkî." -
Nivîskar Erdal Çolak kampanya îmzeyan a navneteweyî da destpêkirin
Rojnamevan, nivîskar û aktîvîst Erdal Çolak ji bo balê bikişîne ser bêdengiya naventeweyî ya li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li hemberî gelê Kurd, kampanya îmzeyan a navneteweyî da destpêkirin. -
Îtalya ji bo Rojava li ser piyan e
Piştî êrîşên çeteyên HTŞ û dewleta Tirk, li gelek bajarên Îtalyayê bi tevlîbûna sendîka, saziyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. -
Li Cenevreyê bêdengiya medyaya Swîsre hate şermezarkirin
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan ên enternasyonal li dijî êrîşên li ser Rojava meş û çalakiya protestoyî lidar xist.