Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Cenevreyê, ciwan û dostên wan ji bo şermezarkirina dorpêç û êrîşên li ser Kobanê û Rojava, li balafirgeha Cenevreyê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de banga rakirina derhal a dorpêça siyasî û leşkerî ya li ser Kobanê û vekirina korîdorên alîkariya mirovî hate kirin.
Di daxuyaniya ku ji hêla TCŞ’ê ve di dema çalakiyê de hate xwendin de, bal hate kişandin ser şert û mercên nemirovî yên li Rojava û wiha hat gotin:
“Em îro li vir civiyan da ku tiştên li Rojava diqewimin bînin bîra her kesî û banga berxwedana kolektîf bikin. Îro li Kobanê zarok ji sermayan dimirin. Ji elektrîk, av û germkirinê bêpar in. Ev rewş ne xwezayî ye; encama dorpêçeke zanebûn a siyasî û leşkerî ye.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê dorpêça li ser Kobanê bê rawestandin û alîkariyên mirovî bi rengekî bênavber bigihêjin herêmê.
YÊN KU DAÎŞ TÊK BIRIN ÎRO BI BIRÇÎBÛNÊ RE RÛ BI RÛ NE
Di daxuyaniya ciwanan de hate bibîrxistin ku gelê Kobanê yê ku îro bi birçîbûn û sermayê re rû bi rû maye, heman gel e ku 11 sal berê li dijî DAÎŞ’ê ji bo mirovahiyê berxwedaneke mezin nîşan dabû: “Yên ku dawî li hovîtiya Dewleta Îslamî (DAÎŞ) anîn, hêzên QSD’ê yên birêxistinkirî û bi biryar bûn. Îro piştgiriya xwe ji vî gelî birîn, ne tenê sûcekî sincî ye, di heman demê de sûcekî dîrokî ye.”
Hate destnîşankirin ku piştgirîkirina Rojava ne tenê bijareyeke wijdanî ye, lê di heman demê de berpirsiyariyeke navneteweyî ye. Hat gotin ku rawestandina êrîşên li ser Rojava, tê wateya parastina azadiya jinê, destkeftiyên demokratîk û ezmûna xwerêveberiya gelan.
11.EMÎN SALVEGERA RIZGARKIRINA KOBANÊ: BERXWEDAN DIDOME
Di çalakiyê de salvegera 11'emîn a rizgarkirina Kobanê (26'ê Rêbendanê) jî hate bibîrxistin. Hate gotin ku di 26'ê Rêbendana 2015'an de bi pêşengiya YPG û YPJ'ê DAÎŞ ji Kobanê hate derxistin û ev serkeftin bû "destpêka hilweşîna xelîfetiyê".
Lê belê tevî ku 11 sal derbas bûne, hat diyarkirin ku Kobanê careke din di bin dorpêçê de ye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi êrîşên rejîma Sûriyeyê û komên çete yên bi piştgirîya Tirkiyeyê, bajar ji pêdiviyên bingehîn bêpar hatiye hiştin. Hate bibîrxistin ku di 23’ê Rêbendanê de ji ber şert û mercên giran ên jiyanê 5 zarokan jiyana xwe ji dest dane.
Hate destnîşankirin ku Kobanê di heman demê de malavaniya gelek penaberên ku ji ber êrîşên ji 13’ê Rêbendanê û vir ve hatine koç kirin, dike.
EM Ê BÊDENGİYA MEDYAYÊ BIŞIKÎNIN
Bi vê çalakiyê, li dijî bêdengiya raya giştî ya Swîsre û Ewropayê û li dijî "reşkirina medyayê" peyam hatin dayîn. Ciwanan destnîşan kirin ku ev bêdengî tê wateya hevkarîkirina di sûc de û bang li civaka navneteweyî kirin ku bikevin tevgerê.