BI DÎMEN

Li Katalonya dayîkên enternasyonal ji bo Rojava peyam şandin

Li paytexta Katalonya Barcelonayê dayîkên enternasyonal ji bo piştgiriya Rojava peyam şandin.

Li Barcelonayê dayîkên enternasyonel hatin gel hev û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin. Dayîkan ji bo berxwedana YPG û YPJ’ê jî peyama piştgiriyê şandin. Dayîkan di peyamê de bênavber dirûşmeya, "Bijî Berxwedana Kurdistan" û “Jin, Jiyan, Azadî!” berz kirin.

Pankartên ku dayîk rakirin de, "Dayîkên ciwanên enternasyonalîst ji Katalonyayê şoreş û berxwedana gelê Kurd diparêzin." hatiye nivîsandin.