BI DÎMEN

Li Parîsê hunermendan banga berxwedanê kirin: Rojava biparêzin

Hunermendên Kurd li Qada Trocadéro ya Parîsê li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyek çandî li dar xistin. Bi performans û muzîkê piştgirî da berxwedana Rojava û banga hevgirtinê li civaka navneteweyî hat kirin.

Li paytexta Fransa Parîsê hunermendên Kurd li dijî êrîşên li ser Rojava li Qada Trocadéro kom bûn û çalakiya çandî û hunerî li dar xistin. Çalakiya ku bi dirûşmeya "Rojava biparêzin" hate organîzekirin, hunermend bûn dengê Rojava û berxwedanê.

Hozan Maruf, Farqîn, Kawa, Nûarîn, Deza Amed, Tûncay Dilem, Vedat Allak, Ciwan Golan, Saniye Tûnç û gelek hunermend û muzîkjenên din ên Kurd beşdarî çalakiyê bûn. DJ Şîlan, hunermend û muzîkjenên Fransî jî beşdarî çalakiyê bûn û peyama hevgirtinê bi Rojava re şandin.

Hunermendan diyar kirin ku Rojava ne tenê parçeyek axê ye; ew projeyek civakî ye ku li ser bingeha jiyana hevbeş a gelan, rizgariya jinan, demokrasiya herêmî, pirrengiya çandî û rûmeta mirovan hatiye avakirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şer, bombebaran, polîtîkayên dorpêçkirinê û binpêkirinên mafên mirovan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rasterast sivîlan hedef digirin û ev êrîş û polîtîkayên bêcezatiyê şermezar kirin.

Hat diyarkirin ku agirbesta ku vê dawiyê hatiye ragihandin divê rê li ber aştiyek mayînde û bi rûmet veke. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Îro bêdeng man şirîkatiya sûc e."

Di çarçoveya çalakiyê de, şanoger Ciwan Golan û Saniye Tûnç performansek şanoyê li ser berxwedana li Rojava û têkoşîna gel pêşkêş kirin. Performans ji hêla girseyê ve bi balkêşî hate temaşekirin.

Piştre hunermend derketin ser dikê bi stran û sirûdên Kurdî berxwedana Rojava anîn navenda Parîsê. Li qadê dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Rojava biparêze" hatin berzkirin.

Çalakî bi banga beşdarbûna xurt a xwepêşandana ku wê roja Şemiyê saet 14:00an de li Meydana Republique ya Parîsê were lidarxistin, bi dawî bû.