Li Montbeliard çalakiya ji bo Rojava
Li bajarê Montbeliard ê Fransayê, Kurdistanî û dostên wan li ber Gara Montbeliard hatin ba hev û êrîşên çeteyan ên li ser Rojava protesto kirin.
Li bajarê Montbeliard ê Fransayê, Kurdistanî û dostên wan li ber Gara Montbeliard hatin ba hev û êrîşên çeteyan ên li ser Rojava protesto kirin.
Çalakî ji aliyê sazî û derdorên piştevanên Kurdan ve hate organîzekirin.
Di daxuyaniya çalakiyê de hate diyarkirin ku êrîşên li ser gelê Rojava ji ber bêdengiya civaka navneteweyî didomin.
Peyamên ji bo piştevaniya bi Rojava re hatin dayîn.
Çalakvanan xwest ku deriyên sînor ji bo Rojava bên vekirin û alîkariyên mirovî bigihijin herêmê.
Di daxuyaniyê de, di serî de saziyên navneteweyî bang li hemû aliyên eleqedar hate kirin ku ji bo demildest deriyê sînor were vekirin berpirsyarî bigirin.