Çalakiyên piştgiriyê yên Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn û dostên wan ên ji bo Rojava, bê navber berdewam dikin. Tevî şert û mercên xirab ên hewayê jî, li bajarên Swîsreyê yên wekî Zurich, Neuchâtel, Lozan, Cenevre, Baden, Basel û St. Gallenê Kurdistaniyan daketin kolanan û çalakiyên piştgiriyê ji bo Rojava pêk anîn. Di axaftinên ku di çalakiyan de hatin kirin de hate destnîşankirin ku gelê Rojava ne bi tenê ye û wê çalakiyên bênavber berdewam bikin.
BASEL
Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, ji aliyê Kurdistaniyan, enternasyonalîstên Swîsreyî û rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî ve li qada Claraplatzê meşek hate organîzekirin. Girseya gel di dema meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bijî yekîtiya gelê Kurd”, “Bijî YPJ, bijî YPG”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Jin Jiyan Azadi”, “Bijî serok Apo”, “Terorîst Erdogan, terorîst Colani” qîriyan.
Siyasetmedar Ferhat Encu li ser navê girseyê daxuyaniyek da û anî ziman ku peymana di navbera HSD û rêveberiya demkî ya Şamê de hatiye îmzekirin ne encama dawî ye, pêvajoya esasî ji niha û pê de dest pê dike. Encu diyar kir ku peymana îro jî di encama berxwedana gelê Kurd û dostên wan ên li çar parçeyên Kurdistanê û li her derê cîhanê de derketiye holê û destnîşan kir ku divê biryardariya çalakî û berxwedanê berdewam bike. Piştre li ser navê Meclîsa Jinan a Ronahî, Ozen Aytaç axaftineke Elmanî kir. Girseya gel piştre bi meşeke bi kortej li parka Dewetteyê dawî li çalakiya xwe anî.
ZURÎH
Xwepêşandana Kurdistanî û dostên wan a li Îstasyona Trenê ya Navendî ya Zurîhê (Hauptbahnhof) ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsan derdora îstasyona trênê bi bariyeran dorpêç kir û nehişt ku Kurdistanî û dostên wan xwepêşandana ji bo hevgirtina bi Rojava re li dar bixin girt. Polîsan Kurdistaniyên hatin ber îstasyonê asteng kirin û du kesên ku alên Rojava hildigirtin hatin binçavkirin. Piştî kontrolkirina nasnameyan ew serbest hatin berdan. Tevî hemû astengiyan jî, Kurdistanî û dostên wan li derveyî îstasyona trênê kom bûn û çalakiyên xwe yên hevgirtinê bi Rojava re berdewam kirin.
NEUCHATEL
Kurdistaniyên li Neuchatel a Swîsreyê, ligel partiyên siyasî yên Swîsreyê û rêxistinên civaka sivîl, li dijî êrîşên li ser Rojava yên ji aliyê HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin, xwepêşandan li dar xistin. Girseya ku di bin banê “Defend Rojava" de kom bûn, ji navenda bajarê Neuchatelê meşiya. Meşa ku li Qada Pury dest pê kir, bi dirûşmeyan êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin. Di meşê de belavok hatin belavkirin û daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwedan û têkoşîn ne tenê gelê Kurd, hemû mirovahiyê ji barbariya DAÎŞ'ê diparêze.
Di xwepêşandanê de bang li civaka navneteweyî û hikûmeta Swîsreyê hat kirin ku li hember tiştên ku li Rojava diqewimin bêdeng nemînin û daxwaza mezinkirina hevgirtinê bi gelê Rojava re hat kirin.
Meş bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
CENEVRE
Ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û piştevaniyê, bi pêşengiya Komuna Jinan a Sema Yuce danezan hatin belavkirin. Jinan li kampusa Zanîngeha Cenevreyê, piiştre jî li kolana Bel-Air danezanên têkildarî êrîşên li ser Rojava belav kirin.
Komuna Jinan a Sema Yuce ya Cenevreyê, têkildarî tiştên ku li Rojava diqewimin, li kampusa Zanîngeha Cenevreyê bi sedan danezan belav kir û agahî dan. Jinan piştre li Kolana bel- Air ku kolana herî qelebalix ê Cenevreyê ye, belavok belav kirin û bi axaftinên kurt, banga piştevaniyê kirin.
BADEN
Li bajarê Baden ê girêdayî Kantona Aargau yê Swîsreyê, bi tevlîbûna bi hezaran Kurdistanî, li pêşiya stasyona Trenê ya Badenê (Bahnhof) meş hate lidarxistin. Meş bi pêşengiya Mala Kurdan û Meclîsa Jinan a Rojbîn a Aarauyê hate lidarxistin. Bi hezaran Kurdistanî tevlî meşê bûn û tevgerên şoreşger ên enternasyonalîst piştgirî dan. Girseyê pankarta, “Bi hev re serhildan“, “Dawî li qirkirina li Rojava bînin” vekirin û posterên Rêber Apo û alên YPG û YPJ’ê hilgirtin. Girseyê timî dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan, Azadî”, “Terorîst Erdogan-terorîst Colanî” berzkirin.
Di dema meşê de welatiyên li derdor bi nîşaneya serkeftinê û çepilan piştgirî dan girseyê. Her wiha welatî bi danezanên Elmanî hatin agahdarkirin.
Girseyê ku li nava bajêr meşiyan, li pêşiya stasyonê dawî li çalakiya xwe anîn.
ST. GALLEN
Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê jî çalakiyên ji bo piştevaniya Rojava hatin lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên ku bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a St. Gallenê daketin qadan, êrîşên li ser Rojava protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên ku li Kornhausplatzê hatin ba hev, li vir daxuyanî dan. Li ser navê TEV-ÇAND’ê Kawa Urmiye axivî. Urmiye diyar kir ku çalakiyên ku li Ewropayê dewam dikin, girîng in û wiha got, “Çalakiyên gelê Kurd pêvajoyê berevajî kirin. Em ê çalakiyên xwe heta ku encamê bigirin, bidomînin.”
Girseyê piştî xwendina metna çapemeniyê, demeke dirêj li qadê man û bi dirûşmeyan piştevanî dan Rojava. Çalakî bi dirûşmeya, “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.