YE: Peyman gaveke girîng e

Yekîtiya Ewropayê piştgirî da peymana navbera QSD û rêveberiya Şamê û bang kir ku tundî bi dawî bibe, alîkarî bigihijin, sivîl bên parastin, ewlehiya kampan were mîsogerkirin û vegera DAÎŞ’ê were astengkirin.

Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Anouar El Anouni têkildarî peymana navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û rêveberiya Şamê peyamek weşand.

El Anouar ev tişt got, “Yekîtiya Ewropayê peymana ji bo bidawîkirina çalakiyên dijminane, gihiştina alîkariya mirovî, parastina sivîlan û avakirina şert û mercan a ji bo vegera koçberan, pir girîng dibîne.”

Anouar El Anouni diyar kir ku divê hemû alî girêdayî peymanê bimînin û got, kêmkirina tengasiyan ji bo çareseriya pirsgirêkên mirovî û ewlehiyê yên li Sûriyeyê, gaveke girîng e.

Anouar El Anouni bang kir ku ji bo ewlehiya kampan û navendên ku çeteyên DAÎŞ’ê lê tên girtin û ji bo astengkirina vegera DAÎŞ’ê û şaneyên wê yên veşartî, divê xebatên cidî bên meşandin.