Li Strasbourg û Stuttgartê ji bo Rojava xebatên standan
Ji bo ku li dijî êrîşên li ser Rojava raya giştî ya navneteweyî bikeve tevgerê û piştgirî were mezin kirin, li bajarên Strasbourg û Stuttgartê stand hatin vegirtin.
Ji bo ku li dijî êrîşên li ser Rojava raya giştî ya navneteweyî bikeve tevgerê û piştgirî were mezin kirin, li bajarên Strasbourg û Stuttgartê stand hatin vegirtin.
Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, çalakiyên bêdem ên ku li dijî êrîşên çeteyan û polîtîkayên şer ên dewleta Tirk hatibûn destpêkirin, îro jî berdewam kirin. Çalakgeran li standa agahdarkirinê ya ku li Place de la Gare hatibû vegirtin, rasterast bi gel re têkilî danîn û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku li hemberî dorpêç û wêranîya li Rojava berpirsyariyê bigirin ser xwe.
Xebata standê ya ku saet di 14.00an de dest pê kir û heta 17.00an berdewam kir, rastî eleqeyeke mezin hat. Di broşurên hatin belavkirin de hat destnîşankirin ku bajarên Rojava û bi taybetî Kobanê, ji aliyê çeteyên HTŞ-DAÎŞê ve bi sîstematîk tên hedefgirtin. Hat gotin ku gihîştina bi sed hezaran sivîlan a ji bo av, elektrîk, xwarin û dermanan tê astengkirin; ev ne neçariyeke leşkerî ye, lê polîtîkayeke dorpêçkirinê ya bi zanebûn e ku ji bo teslîm girtina gel tê meşandin.
Çalakgeran bal kişandin ser berpirsyariya dîrokî ya raya giştî ya Ewropayê û diyar kirin ku bêdengbûna li hemberî bûyerên li Rojava, tê wateya çavgirtina li dubarebûna sûcên mezin ên mirovahiyê. Hate diyar kirin ku bûyerên li Kobanê tenê wekî şerekî herêmî nayê nirxandin.
Her wiha di broşuran de hate bi bîr xistin ku hêza bingehîn a têkoşîna li dijî DAÎŞê gelê Kurd e. Hat destnîşankirin ku ji Kobanê heta Reqayê, ji Minbicê heta Dêrezorê bi hezaran Kurdan jiyana xwe ji dest dane, lê îro heman gel dîsa ji aliyê berdewamên zîhniyeta cîhadîst ve tê hedefgirtin.
Çalakgeran destnîşan kir ku ya li Rojava tê parastin ne tenê erdnîgariyek e; modeleke civakî ya li ser bingeha azadiya jinê, wekheviya gelan û têgihiştineke jiyana demokratîk e. Banga piştgiriya navneteweyî hate kirin û ev peyam hate parvekirin:
“Li hemberî vê tariyê bêdeng nemînin. Derkevin qadan, dengê xwe bilind bikin, hikûmetên xwe bidin tevgerê. Ji ber ku dîrok ne bêdengiyê, lê berxwedanê bi bîr tîne.”
Hate ragihandin ku çalakiyên bêdem ên li Strasbourgê wê di rojên pêş de jî li qadên cuda bi xebatên agahdarkirinê û protestoyan berdewam bikin.
Li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê jî çalakiyên agahdarkirinê û mîtîngan ên bi sernavê “Heke ne îro be, em ê kengî Rojava biparêzin?” hatibûn destpêkirin, îro jî berdewam kirin.
Berpirsyariya organîzasyona îro ji aliyê komên sosyalîst ên Elman ve hate girtin. Hate diyarkirin ku ji bo piştgiriya çalakgerên li qadê, çay û qehwe hatin belav kirin. Komên piştgiriyê yên ku ji bo Rojava hatine cem hev, diyar kirin ku ew her roj bi rêkûpêk bi stand û mîtîngan çalakiyên xwe didomînin.
Her wiha hate ragihandin ku îro saet di 18.00an de bi pêşengiya tevgera jinan wê meşek were li dar xistin. Çalakgeran banga mezinkirina piştgiriya ji bo Rojava bi yek dengî dubare kirin.