Li Hildesheimê kampanyaya piştgiriya ji bo Rojava

Li bajarê Hildesheimê Elmanyayê kampanyaya piştgiriya ji bo Rojava hate destpêkirin.

Kampanya, ji aliyê Komuna Meryem a girêdayî tevgera jinan ve hate organîzekirin. Jinên girêdayî komunê,  xwarin çêkirin û gel vexwendin dayîna piştevaniyê.

Hevseroka Meclîsa Hildesheimê û Hevberdevka Komuna Meryem Medîne Dêrik daxuyaniyek da û ev yek anîn ziman: ‘’Me ev kampanya ji bo zarokên li Rojava da destpêkirin. Me îro di saet 12.00’an de dest pê kir û wê heya saet 16.00’an berdewam bike. Bi sedan kes beşdarî kampanyaya me bûn. Bi rêya vê çalakiyê gelê hate li ba hev û hem êşa hevûdu parve kir û hem jî peyama piştgiriya ji bo Rojava da. Em bi vê nêzîkatiya gelê xwe gelekî kêfxweş bûn. Em weke Komuna Şehîd Meryem, di rojên pêş de zêdetir girîngiyê bidin kampanyayên bi vî rengî û bibin dengê hemû gelê xwe.’’

Piştî ku gel di çarçoveya kampanyayê de xwarina xwe xwar beşdarî çalakiya ji bo Rojava ya li bajarê Hannoverê hate lidarxistin, bû.