Êrîşên li ser Rojava li Herfordê hatin protestokirin
Li bajarê Herford ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan, li dijî êrîşên li ser Rojava, li pêşiya stasyona trenê li hev civiyan û meşiyan.
Li bajarê Herford ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan, li dijî êrîşên li ser Rojava, li pêşiya stasyona trenê li hev civiyan û meşiyan.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Herford ê Elmanyayê, êrîşên li dijî Rojava protesto kirin.
Meş bi banga Xwedevanên Kurdistanî yên Demokratîk, Yekmal, Fla Fla û Meclîsa Entegrasyon a Herfordê hate lidarxistin. Di meşê de pankarta “Defend Rojava” û alên YPG û YPJ’ê hatin hildan di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Terorîst Colanî” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku ew bi armanca protestokirina êrîşên ku li Sûriyeyê li ser gelê Kurd tê meşandin, li hev kom bûne û hate destnîşankirin ku çalakî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo Ezidî, Suryanî, Ereb û hemû gelên ku li Rojava jiyan dikin, banga piştevaniyê ye. Beşdaran diyarkirin ku ew ê li dijî wan êrîşan bêdeng nemînin û piştevaniyê mezin bikin.
Kesên ku çalakiyê organîze kirin, di tevahiya meşê de kulîlk belavî kesên ku ji rê derbas bûn, kirin û armanca çalakiyê vegotin.
Meş, bi dirûşme, sirûd û stranan dewam kir.