EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ji Amerîkayê Başûr ji Rojava re: ‘Em ê destûrê nedin qirkirinekê nû’
Mirta Israilí ku dibêje “Em wek gel dizanin ku qirkirin tê çi wateyê” destnîşan kir ku ew ê tu carî li hemberî qirkirineke nû ya li dijî gelê Kurd bêdeng nemînin. -
Li Swêdê, Kurd û dostên wan li dijî êrîşên li ser Rojava li qadan in
Êrîşên qirkirinê yên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û Tirkiyeyê, her roj ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê ve bi meş û mitîngan tên protestokirin. Bi deh hezaran kes tevî hewaya sar jî xwedî li Rojava derkevin. -
Bi hezaran kes li Ewropayê êrîşên HTŞ-DAÎŞ’ê protesto kirin
Li bajarên Ewropayê, Kurd û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava daketin qadan. Bi hezaran kes bi mitîng û meşan bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku berpirsyariyê bigrin. -
Parlamentoya Skoçyayê: Êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê nayên pejirandin
Pêşniyara ku ji hêla Parlamenterê (SNP) Bill Kidd ve hatibû pêşkêşkirin, ji hêla Parlamentoyê ve hate qebûlkirin. Di pêşniyarê de êrişên li dijî sivîl û şervanên Kurd ên li Sûriyeyê hatin şermezarkirin û banga alîkariya mirovî ya lezgîn hate kirin. -
Bêdengiya çapemeniya Swîsreyê ya li ser Rojava, li Lozanê hate protestokirin
Kurdên li Lozanê, li ber avahiya Radyo û Televîzyona Swîsreyê (RTS) civiyan, bêdengiya çapemeniyê ya li dijî sûcên şer ên çeteyan ên li Rojava protesto kirin û maketeke ku zarokên li Kobanê ji sermayê jiyana xwe ji dest dane sembolîze dike hat nîşandan. -
CDK-S û YJK-S’ê banga berdewamiya berxwedanê kirin
CDK-S û YJK-S’ê, çalakiyên ku ji 6’ê Çileyê ve li dijî êrîşên li ser Heleb û Rojava li seranserê Swîsreyê tên li dar xistin nirxandin; destnîşan kirin ku berxwedana li diyasporayê moralekî mezin dide Rojava. -
Li Romayê li pêşiya kanala RAI ya dewletê protesto hat lidarxistin
Kurd û dostên wan li Romayê, di çarçoveya çalakiyên ku ev hefteyek e li dijî êrîşên li ser Rojava dewam dike de, li pêşiya kanala RAI ya dewletê kom bûn. Çalakvanan bêdengiya dewleta Îtalya protesto kirin û bang li RAI kirin ku li ser Rojava nûçe çêbikin. -
Li ber Parlamanta Ewropa ya Brukselê çalakî hat lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan li ber Parlamanta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê, li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî lidar xistin. -
Çalakiya li ber Parlamentoya Swîsre ket roja 8’an
Çalakiya li dijî êrîşên li ser Rojava ya li ber Parlamentoya Federal a Swîsreyê, di roja 8’an de ye. Çalakvanan bang di serî de li Swîsre, li civaka navneteweyî kir ku bikevin nava liv û tevgerê. -
Karavana Gelan gihîşt Belgradê
Karavana Gelan (People's Caravan) ku ji welatên cuda yên cîhanê bi rê ket û berê xwe da Rojava, gihîşt Belgradê. -
Çalakiya nobeta Rojava ya li ber Parlamanta Swîsreyê di roja xwe ya 7’an de ye
Kurd û dostên wan, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava, 7 roj in li ber Parlamanta Federal a Swîsreyê çalakiya nobetê digirin. -
Wezîra Swêdê ji bo şervanên jin ên Kurd: Em li cem we ne!
Wezîra Perwerde û Entegrasyonê ya Swêdê Simona Mohamsson got, “Jinên Kurd li dijî êrîşên rejîma cîhadîst li ber xwe didin. Ez li cem we me.” -
Ji çar aliyên cihanê ji bo Rojava deng: Parastina Rojava parastina jiyanê ye
Ji Ewropayê heta Afrîkayê, ji Amerîkaya Başûr heta Asyayê, ciwan, jin û înîsiyatîfên gel li seranserê cîhanê bi pankart, civîn, boyaxa sprey û bangên piştgiriyê daxwaz dikin ku şoreşa Rojava bê parastin. -
Li Kanadayê piştgirî astengî nasnake: Rojava ne tenê ye
Li gelek bajarên Kanadayê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan, êrîşên li ser Rojava protesto kirin. -
Kurdistaniyên li Hamelenê ji bo yekîtiya Kurd civiyan
Li bajarê Hamelen ê Hanoverê bi pêşengiya ciwanan civîna ji bo yekîtiya Kurd hate lidarxistin û biryara avakirina saziyê hat girtin. -
Parlamenterên YE: Helwesta dewletan a li hemberî Rojava 'şermezar' e
Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê yên ku li dijî êrîşên li ser Rojava derketine, helwesta dewletên têkildarî saziyên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) rexne kirin û rewşa heyî wekî "şermezar" binav kirin. -
Li Avusturya û Qibrisê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin
Li Salzburg û Limasolê bi hezaran kesan êrîşên li ser Rojava protesto kirin. -
Li Osloyê bi hezaran Kurd ji bo piştgiriya Rojava bi rojane li kolanan e
Li paytexta Norwêc Osloyê bi hezaran Kurd û dostên wan ji 19’ê Çileyê û ve li dijî êrîşên li ser Rojava xwepêşandanan dikin. Xwepêşandana ku di 25’ê Çileyê de li ber Stortingetê hate lidarxistin, bi coşek mezin pêk hat. -
Li Londonê zêdetirî 40 hezar Kurdistanî ji bo Rojava li qadan bûn
Bi banga tevgerên Kurd li Londonê zêdetirî 40 hezar Kurdistanî hatin cem hev, êrişên li ser Rojava protesto kirin û tekez kirin ku Kurdistan wê azad bibe û ew ê Rojava biparêzin. -
Li 5 bajarên Swîsreyê çalakiyên ji bo Rojava
Li bajarên Fribourg, Martingny, Bern, Cenevre û Zurîh ên Swîsreyê êrîşên li ser Rojava û dorpêça Kobanê hate protestokirin. Dema ku tevlîbûna ji bo çalakiyên berdewam zêde dibin, eleqeya siyasetmedarên Swîsreyî û partiyên siyasî xurtir dibe. -
Li Heilbronn’ê ji bo Selîm Sadak merasîma cenazeyê ya girseyî hate li dar xistin
Selîm Sadak ê ku jiyana xwe ji dest da, li Heilbronnê bi merasîmekê ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve hate oxir kirin. -
Li Hollandayê protestoyên Rojava: Ev bêdengî hevkariya sûc e
Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li bajarên Enschede, Groningen û Lahey ên Hollandayê, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û banga li raya giştî ya navneteweyî kirin ku bikevin tevgerê. -
Li Fransayê çalakiyên piştevaniyê ji bo Rojava dewam dikin
Di meş û çalakiyên cuda ên li navendên Fransayê berxwedana Rojava hate silavkirin û êrîşên çete û komkujiyên li ser sivîlan hatin şermezarkirin. -
1’ê Sibatê weke ‘Roja Rojava ya Cîhanî’ hate ragihandin
Nûnerên partî û saziyên Kurd, bi rojeva Rojava li paytext Brukselê hatin bal hev. Di civînê de biryara lezkirina xebatên dîplomatîk di qada navneteweyî de hate girtin û 1’ê Sibata 2026’an wek roja piştgiriya bi Rojava re ya cîhanî hate ragihandin. -
Li Elmanyayê Kurd û dostên wan 10 roj in beyî navber di çalakiyan de ne
Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê jiyan dikin, bi armanca protestokirina êrîşên li ser Rojava 10 roj in bêyî navber çalakiyên xwe didomînin. Di meşê de rexneyên ji bo çapemeniya Elman jî derket pê.